Hewlêr (Rûdaw) - Piştî banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo bidawîanîna aloziyên siyasî, hinek alî ji bo çalakkirina parlamentoyê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê bi geşbînî li qonaxa bê dinêrin.
Endamekî serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekezî li amadehiya partiya xwe ya ji bo dan û standinan kir.
Her wiha Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî di wê baweriyê de ye ku divê Kurd ji bo parastina destkeftiyan navmala xwe birêkûpêk bikin.
Serok Mesûd Barzanî di peyama Cejna Qurbanê de bangî hemû aliyan kir ku dest ji "xwexwiriyê" berdin û piştî cejnê bi hev re rûnin.
Ev peyam wekî gaveke giring a destpêkirina dan û standinên avakirina kabîneya dehem tê dîtin.
Pola Talebanî: YNK ji bo dan û standinan amade ye
Endamê Serkirdayetiya YNKyê Pola Sîrwan Talebanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“YNK her tim ji bo dan û standinan amade ye û her tim dan û standinan wekî rêya herî baş a çareserkirina pirsgirêkan û vê rewşa aloz dibîne.”
Pola Talebanî îhtimala ducarekirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dûrî rastiyê dît û anî ziman:
“Çalakkirina parlamentoyê rêya herî baş û guncav e û divê hemû alî li ser çawaniya çalakkirina wê li hev bikin.”
Yekgirtû: Divê Kurd navmala xwe birêkûpêk bikin
Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dara Sêkaniyanî ji Rûdawê re got:
“Em di wê baweriyê de ne ku rewş dixwaze ku parlamento were çalakkirin û hikûmet were avakirin.
Divê Kurd navmala xwe birêkûpêk bike ku ew destkeftiyên heyî ji dest neçin.”
Dara Sêkaniyanî her wiha destnîşan kir:
“Her hewlên ku ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve bin cihê destxweşiyê ne.
Yekgirtûyê gava nêzîkkirina nêrînan avêtiye û em li bendê ne ku zanibin bersiva fermî ya wan (PDK û YNK) dê çi be.”
Komele û Helwêst li benda çalakkirina parlamentoyê ne
Endamê Ofîsa Siyasî ya Komeleya Dadgeriyê Ebdulsetar Mecîd tevî destxweşiya hewlan eşkere kir ku ew dê wekî Komeleya Dadgeriyê piştî cejnê bicivin ku li ser beşdarî yan jî nebeşdariya di wan civînên çaverêkirî de biryarê bidin.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Dadgeriyê Şiwan Raber ji Rûdawê re got:
“Ji ber ku di dînê Îslamê de bingeha siyasetê, birêvebirî, civaka medenî, aştî, welatparêzî, bihevrejiyan û birêvebirina rastîn e, loma divê hemû çîn û beşên civakê bi taybetî jî aliyên siyasî ji bo gel û nîştiman bi hev re bin.”
Endamê Desteya Birêvebir a Tevgera Helwêstê Rêbiwar Kerîm jî ji Rûdawê re diyar kir:
“Ji bo me çalakkirina parlamentoyê girîng e ku em bi rêya wê çavdêriya karên hikûmetê bikin.
Em girîngiyê nadin mijara pêkanîna hikûmetê, tiştê ji bo me girîng çalakkirina parlamentoyê ye.”
Encamên hilbijartinan û pêdiviya bi hevpeymaniyan
Hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîna 2024an hatin kirin û ji bo bidestxistina 100 kursiyên parlamentoyê di navbera aliyên siyasî de hevrikiyeke tund hebû.
Di wan hilbijartinan de PDK wekî hêza yekem ma û 39 kursî bi dest xistin.
Her wiha YNKyê 23 kursî, Newey Niwê 15 kursî, Yekgirtûyê 7 kursî, Helwêstê di beşdariya xwe ya ewil de 4 kursî û Komeleya Dadgeriyê jî 3 kursî bi dest xistin.
Ew hilbijartin piştî çendîn caran bipaşxistin û guherîna yasaya hilbijartinan û dabeşkirina Herêma Kurdistanê ya li ser çar bazineyan a ji aliyê Dadgeha Federal a Îraqê ve hatin kirin.
Encamên hilbijartinan wiha kir ku ti alî nekare bêyî hevpeymaniyan hikûmetê pêk bîne.
Ev yek jî wiha dike ku pêvajoya pêkanîna kabîneya dehem û çalakkirina parlamentoyê pêdivî bi dan û standinên cidî û peymana siyasî ya di navbera aliyan de hebe.
