Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna li ser windabûna Gulistan Dokuyê de pêşhateke nû çêbû.
Otomobîla ku parêzvanê girtî yê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, Şukru Eroglu bi kar dianî hat dîtin û ji bo lêkolînê şandin Enqereyê.
Gulistan Doku xwendekara Zanîngeha Munzûrê bû û ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve li Dêrsimê winda ye.
Di çarçoveya lêpirsînê de parêzvanê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Şukru Eroglu bi tohmeta "jiholêrakirin û veşartina delîlan" hatibû girtin.
Tîmên ewlehiyê xwe gihand wê otomobîla ku di îfadeyên dozger û polîsan de qala wê hatibû kirin.
Di encama lêkolînan de hat diyarkirin ku otomobîl wê demê di envantera Şaredariya Dêrsimê de bûye û ji aliyê Parêzgariyê ve hatiye bikaranîn.
Parêzgar Sonel paşê ew otomobîl diyarî Şaredariya Qisleyê kiriye.
Tîman otomobîl ji bo lêkolîneke hûr a krîmînal şand Laboratuara Krîmînal a Enqereyê.
Mînakên DNAyê tên girtin
Di otomobîlê dê lêkolîn dê li ser mînakên DNAyê, şopên biyolojîk û bermahiyên têkiliyê werin kirin.
Her wiha dê were kontrolkirin ka otomobîl bi madeyên kîmyewî hatiye paqijkirin yan na.
Hat ragihandin ku ew mînakên DNAyê yên ku ji otomobîlê werin girtin dê bi mînakên dayîk û bavê Gulistan Dokuyê re bidin ber hev.
