Hewlêr (Rûdaw) - Lokman Akbabayê ku sala 1995an hatibû girtin û piştî 31 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê hat berdan, li Qoserê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Lokman Akbaba piştî ku hat berdan çû navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê.
Li Qoserê bi pêşengiya Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Mêrdînê (TUHAYDER), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan ew bi kulîlk, çepik û tilîliyan pêşwazî kir.
Ajansa Mezopotamyayê (MA) da zanîn ku Akbaba yek bi yek silav daye kesên ku hatibûn pêşwaziya wî û gotiye:
“Her çi qas ez ji berdana xwe kêfxweş bim jî, gelek hevalên min di hundir de man.
Parçeyeke me hîn jî bi wan hevalên me re di hundir de ye.
Lê em hêvî dikin ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re paşerojeke azad li benda me ye,
Em dê di demeke nêzîk de hemû hevalên xwe li cem xwe bibînin.
Bi vê hêviyê em dê ji bo paşerojeke azad ji cihê ku me lê hiştibû xebatên xwe bidomînin.”
