Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî Cejna Qurbanê li Misilmanên Îraq û Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand:
"Bi hatina Cejna Qurbanê, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû Misilmanên Herêma Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim."
Pîrozbahiya li Pêşmerge û malbatên şehîdan
Serokwezîr bal kişand ser rola hêzên ewlehiyê û qurbaniyên şerê li dijî terorê û anî ziman:
"Ez bi taybetî cejna Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiya navxwe û xizm û malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan pîroz dikim."
Hêviya aştî û aramiyê
Mesrûr Barzanî xwest ku cejn aştiyê bi xwe re bîne û diyar kir:
"Hêvîdar im hûn rojên cejnê di nav xweşî, aramî û şadiyê de derbas bikin.
Ez hêvî dikim ku cejn bibe sedema aştî, tenahî, tebayî û aramiya Kurdistan, herêm û cîhanê."
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de cejna welatiyan pîroz kir û hêviya bextewariyê ji wan re xwest.
