Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Romanyayê ragihand ku di dema êrişên şevê yên Rûsyayê yên li Ukraynayê de droneke Rûsyayê ketiye qada asmanî ya Romanyayê û bi avahiyekê de teqiyaye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Rûsyayê doh bi şev êrişên xwe yên li armancên sivîl û binesaziya Ukraynayê tundtir kirin.
Piştî ku radaran dronên li nêzîkî qada asmanî ya Romanyayê tesbît kirin 2 balafirên şer ên F-16 û helîkopterek ji bo piştgiriyê hatin rakirin.
Drona cureya Geran-2ya Rûsyayê heta başûrê bajarê Galatiyê yê Romanyayê hat şopandin û li ser banê avahiyekê ket.
Ji ber teqîn û şewata piştî ketina dronê 2 kes birîndar bûn û ew veguhastin nexweşxaneyê.
Rayedaran diyar kir ku hemû cebilxaneya di dronê de di dema ketinê de teqiyaye.
Lêkolînên rayedarên Romanyayê yên li cihê bûyerê didomin.
Wezareta Parastinê ya Romanyayê kiryarên Rûsyayê wekî "bêberpirsyarî" pênase kir.
Wezaretê destnîşan kir ku ev ji bo aramî û ewlehiya herêmî ya Deryaya Reş provokasyoneke nû ye û ragihand ku bûyerên bi vî rengî nîşan didin ku Rûsya rêzê li normên hiqûqa navneteweyî nagire.
Her wiha hat diyarkirin ku “ev rewş ne tenê ewlehiya welatiyên Romanyayê, di heman demê de ewlehiya kolektîf a NATOyê jî dixe metirsiyê.”
