Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya şer û pevçûnên dijwar ên Amerîkayê yên bi Îranê re, di pergalên çekan ên herî bipêşketî yên artêşa Amerîkayê de bûye sedema kêmasiyeke mezin.
Rapora berfireh a Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî (CSIS) nîşan dide ku ji bo pergalên krîtîk ên wekî Tomahawk, Patriot û THAADê vegerin asta beriya şer, herî kêm 3-5 sal ji bo Amerîkayê pêwîst in.
Li gorî analîza ku doh hat weşandin, hêza giran a agir a ku di dema operasyonên dijî Îranê de hatiye nîşandan, sînorên kapasîteya pîşesaziya leşkerî ya Amerîkayê teng kirine.
Di raporê de hişyarî hatiye dayîn ku ev kêmasiya cebilxaneyan dikare bi taybetî di aloziyeke gengaz a bi Çînê re ya li Pasîfîkê de bibe "rîskeke stratejîk."
Stokên Tomahawkê di asta alarmê de ne
Li gorî amarên CSISê, artêşa Amerîkayê ji bo lêdana armancên li Îranê zêdetirî hezar mûşekên "cruise" ên Tomahawkê bi kar anîne.
Tê pêşbînîkirin ku ev mêjer tenê di dawiya sala 2030î de were temamkirin.
Hat diyarkirin ku kapasîteya hilberînê ya niha salane derdora 200 mûşekan e lê şirketa parastinê ya qerase Raytheon ji bo vê hejmarê derxe hezarî, qadên xwe yên li Alabama û Arizonayê berfireh dike.
Di pergalên parastinê de pêşbirka demê
Rewş di pergalên parastina asmanî de jî dişibe hev:
THAAD: Temamkirina 290 mûşekên ku ji envanterê kêm bûne dê heta dawiya sala 2029an bikişîne.
Patriot: Ji bo temamkirina zêdetirî hezar mûşekan nîvê sala 2029an tê nîşandan.
"Pirsgirêk ne pere ye, dem e"
Her çi qasî îdareya Trump ji bo sala bê budceyeke qerase ya parastinê ya bi 1,5 trilyon dolarî pêşniyar kiribe jî pispor balê dikişînin ser astengiyên fîzîkî.
Di raporê de hatiye gotin, "Pirsgirêka îro ne pere ye; dema ku ji bo çêkirina van pergalên kompleks pêwîst e pirsgirêk e."
Peyama "em amade ne" ya Trump û Pentagonê
Tevî rapor û rexneyan jî Koşka Spî û Pentagon geşbîn in.
Wezîrê Parastinê Pete Hegseth diyar ku veberhênanên di pîşesaziya parastinê de dê kapasîteyê sê qat zêde bikin.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell jî ragihand, "Artêşa me xwedî amûr û envanterê ye ku li her derê Serok hilbijêre erkê xwe bi cih bîne."
Tecrubeya şer û hejmara envanterê
Analîz balê dikişîne ser avantajeke Amerîkayê: Tecrubeya şer a modern.
Hat destnîşankirin ku artêşa Amerîkayê di demên dawî de bi operasyonên li dijî Îran, Venezuela û Hûsiyan hêza xwe peyitandiye.
Li hêla din, hat gotin ku artêşa Çînê ya ku herî dawî sala 1979an şer kiriye ji vê tecrubeyê bê par e.
Li gorî pisporan, ev "cudahiya tecrubeyê" û tijekirina stokên çekan dê faktora herî girîng be ku rê li ber gavên Çînê yên li ser Taywanê bigire.
