Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2025an ji bo Almanyayê bû sala şikandina rekora dayîna welatînameyê.
Li gorî amarên nû, hejmara kesên ku bûne xwediyê pasaporta Almanyayê li gorî sala borî bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Welatiyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wekî 5 salên borî, di wergirtina welatînameyê de di rêza yekem de ne.
Li gorî amarên destpêkê yên ku ji aliyê Ofîsa Federal a Amaran a Almanyayê ve hatine belavkirin, sala 2025an nêzîkî 332 hezar û 500 kesî welatînameya Almanyayê wergirtiye.
Ev hejmar li gorî sala 2024an bi rêjeya ji sedî 14 zêde bûye ku dike nêzîkî 40 hezar û 500 kesî.
Ev li pey hev 5emîn sal e ku pêvajoya wergirtina welatînameyê li Almanyayê zêde dibe.
Lêkoler û berpirsên amaran vê zêdebûna berbiçav bi wan reformên bingehîn ve girê didin ku Hezîrana 2024an di yasaya welatînameya Almanyayê de hatibûn kirin.
Li gorî yasaya nû, dema mayîna li Almanyayê ya ji bo wergirtina welatînameyê ji 8 salan bû 5 sal.
Xaleke din a giring a yasayê ku bûye sedema zêdebûna daxwazan, destûra "welatînameya duyem" e ango koçber û penaxwaz bêyî ku dest ji welatînameya xwe ya resen berdin dikarin pasaporta Almanyayê wergirin.
Amar nîşan didin ku piraniya kesên sala 2025an welatîname wergirtiye, welatînameya xwe ya kevn jî parastiye.
Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê di rêza yekem de ne
Wekî ku ji sala 2021ê ve didome, welatiyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê herî zêde welatînameya Almanyayê wergirtiye.
Sala 2025an, 65 hezar û 600 kesan ji wan bûne welatiyên Almanyayê.
Ev tê wê wateyê ku ji her 5 kesên ku welatîname wergirtiye, kesek ji wan xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye.
Piraniya wan welatiyên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ew kes in ku di pêla mezin a koçê ya salên 2015 û 2016an de gihîştin Almanyayê û niha mercên yasayî bi cih anîne.
Her çend Sûriyeyî di rêza yekem de bin jî, hejmara wan li gorî sala 2024an bi rêjeya ji sedî 21 kêm bûye.
Amarên neteweyên din
Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza duyem de ne ku 34 hezar û 100 kesî welatîname wergirtiye.
Welatiyên Rûsyayê jî bi 19 hezar û 700 kesî di rêza sêyem de ne.
Rêjeya wergirtina welatînameyê ya welatiyên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Rûsyayê li gorî sala borî ji sedî 51 zêde bûye.
Hejmara xelkê Îraq û Başûrê Kurdistanê 13 hezar û 545 kes bûn û 8 hezar û 245 welatiyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî bûn xwediyê welatînameya Almanyayê.
Hinek neteweyên din bipêşketineke rekor di wergirtina welatînameyê de tomar kir ku di nav wan de Bosnayî bi rêjeya ji sedî 125 zêde bûn û 8 hezar û 800 kesî welatînameya Almanyayê wergirt.
Amerîkayî bi rêjeya ji sedî 100 zêde bûn û 6 hezar û 600 kesan welatînameya Almanyayê wergirt.
Rêjeya Arnawidan jî bi ji sedî 97 zêde bû û 6 hezar û 100 kesî welatîname wergirt.
Her wiha hejmara wan kesên ku bi rêya "yasaya vegerandina mafan" (ew kesên ku di serdema Naziyan de welatîname ji wan hatibû standin û neviyên wan) welatîname wergirtiye, bi rêjeya ji sedî 61 zêde bû û gihîşt 12 hezar kesî.
Dema mayînê û rêjeya serkeftinê
Amar nîşan didin ku ji sedî 91ê wan kesên ku welatîname wergirtiye, herî kêm 5 sal in li Almanyayê dijîn.
Tenê hezar û 500 kes ji ber "serkeftina neasayî ya di tevlîbûna civakî de" karîbûn di kêmtirî 5 salan de welatînameyê wergirin.
Navîniya dema mayîna koçberan a li Almanyayê berî ku bibin xwediyê welatînameyê 12,4 sal bû, ev hejmar li gorî sala 2024an (11,8 sal) hinekî zêdetir e.
Li ser çarenivîsa daxwazan jî, ji sedî 90ê kesên ku daxwaz pêşkêş kiriye welatîname wergirtiye.
Di heman demê de ji sedî 3yê daxwazan hatine redkirin û yên din jî ji ber bipaşvekişîna daxwazkar yan jî sedemên din ên wekî mirin an terikandina Almanyayê pêvajoya wan temam nebûye.


.webp&w=3840&q=75)
