Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dan û standinên bi Îranê re erênî didomin û heta dawiya hefteya pêşiya me dibe ku peymaneke dawî were kirin.
Trump êrişên li herêmê wekî "fitneyê" bi nav kirin.
Wî li ser têgeha agirbestê ya li Rojhilata Navîn jî got, "Tê wateya ku mirov nermtir êriş bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî pirsên rojnamegeran bersivandin.
Di navbera Washington û Tehranê de aloziyeke mezin heye lê dîsa jî wî peyama "aştiyê" da.
Piştî êrişên rojên dawî yên li dijî Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê nîqaşên "Gelo agirbest qediya ye?" derketibûn holê.
Trump bersiv da van nîqaşan.
Îran hat tehrîkkirin û bersiv da
Trump li ser êrişên Îranê yên li Kuweyt û Behreynê axivî û wî diyar kir ku ew van kiryaran wekî qutbûnekê nabîne û zêdetir wekî "tolhildanekê" dibîne.
Trump bi bîr anî ku Amerîkayê berê li nêzîkî Girava Kîşmê êrişî keştiyeke Îranê ya bi navê Lexy kiribû û got:
"Me ji ber sedemên cuda gaveke tund avêtibû, lewma ew hinekî hatin tehrîkkirin û bersiv dan. Ev rewş dan û standinan ranawestîne."
Serokê Amerîkayê ragihand ku tevgera leşkerî li herêmê heye lê dîsa agirbest didome.
Wî pênaseyeke nû ji bo "agirbestê" kir ku dê bikeve lîteraturê û bal kişand ser çanda şer a li herêmê û got:
"Li vê beşa cîhanê agirbest ne ew e ku çek bi temamî bêdeng bibin. Tê wateya ku hûn hinekî nermtir û siviktir êriş bikin."
Wî bi van gotinan şerê li qadê normal kir.
Trump ev bi hefteyan e dibêje "Peyman gelekî nêzîk e.”
Vê carê wî demeke zelaltir da û dawiya hefteya pêşiya me nîşan da.
Tê pêşbînîkirin ku ev yek piştî civîna krîtîk a li Viyanayê pêk bê.



