Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku dema avahiya ofîsa Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di kêliyên ewil ên şer de hat bombebarankirin, ew li wir bûye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvîneke bi medyayeke Erebî re de li ser kêliyên ewil ên êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê û bombebarankirina ofîsa Elî Xamineyî axivî û got:
"Dema ku Rêber mir, ez li ofîsa wî bûm."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê da zanîn, ew avahiya ku ew tê de bûye hatiye bombebarankirin lê ew filitiye.
Ebas Eraqçî bûyerê wiha vediguhêze:
"Ew avahiya ku em tê de rûniştibûn hat bombebarankirin lê ew cihê ku em lê bûn bi silametî ma.
Pirsyara ewil a ku hat hişê min û dilgiraniya ewil a ku ji bo min çêbû ew bû ku gelo rewşa Rêber çawa ye.
Min hîs dikir ku li gorî rûtîna asayî ya kar, bê guman Rêber li ofîsa xwe ye.
Dema ku em mijûlî derketina ji bin kavilan bûn, hemû hiş û mêjiyê min li ser wê bû ku ka ew hatiye armanckirin yan na."
"Birînek e ku qet sax nabe"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir ku ew di 2 rojên ewil ên şer de ji bo rewşa Elî Xamineyî gelekî dilgiran bûye û got:
"Ez roja yekem û duyem gelekî dilgiran bûm ka çi bi serê Rêber hatiye, heta ku nûçeya mirina wî hat piştrastkirin.
Tiştê ku qewimî ti carî ji bîr nabe û birînek e li ser dilê me û dibe ku ti carî sax nebe."
Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî roja şemiyê 28ê Sibata 2026an di kêliya ewil a destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, di bombebarana ofîsa wî ya li Tehranê de hat kuştin.
Dan û standinên li Pakistanê
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û 40 rojan berdewam kir.
Roja 8ê Nîsanê jî di navbera aliyan de agirbest hat ragihandin.
Piştî ragihandina agirbestê, Pakistan ji bo dan û standin û gihîştina peymanekê ya ji bo bidawîanîna şer di navbera Amerîka û Îranê de navbeynkariyê dike.
Roja 11ê Nîsanê li Îslamabada paytexta Pakistanê gera dan û standinan a di navbera Îran û Amerîkayê de hat lidarxistin lê ti encam jê derneketin.


.webp&w=3840&q=75)
