Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê careke din benzîn giran bû, ji nîvê şevê din ve li nirxê her lîtreyeke benzînê 66 quruş zêde bû.
Her diçe lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî û dolar nirxê xwe ji dest dide û ev jî bandorê li bazara wî welatî dike û nirxê tiştan giran dibin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li her lîtreyeke benzînê 66 kuruş zêde dibe. Li gor nirxê nû li Stenbolê dê lîtreya benzînê bi 21,22 lîre, li Enqerê bi 21.57 lîre, li Îzmîrê bi 21.58 û Amedê jî bi 22.23 lîreyan be.
Îro di bihayê mazotê de ti guhertin çênebû. Bi bilindbûna dawî re di meha Gulanê de bihaya benzînê ji sedî 4,2 zêde bû.



