Li bazara ajelan a Amedê liv û tevgereke berçev a zêde heye

21-06-2023
Abdulselam Akinci
Nirxê ajelan li Amedê ji 100% zêde bûye
Nirxê ajelan li Amedê ji 100% zêde bûye
Nîşan Cejna Qurbanê Amed Bazara Ajelan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Cejna qurbanê nêzîkbû li bazara ajelan çûn û hatin jî zêde bûye. Li Amedê jî ajelfiroş pez û dewarên xwe yên ji bo qurbanê dibin bazarê. Bihayê pez û dewaran li gor par ji zêdetirî sedî sed zêde bûye. Ajelfiroş ji nirxê ajelan razî ne lê kirîyar ji ber nebûna pera dilgiran in. Lê axir ji ber ku serjêkirina qurbanê îbadetek qedîmî ye di dawiya dawî de ew li hev dikin û firotan encam dide.

Bi nêzîkbûna Qejna Qurbanê re li bazara ajelan a Amedê liv û tevgerek berbiçev a zêde heye.

Lê ji ber enflasyona bilind û lêçûnên zêde ê xwedîkirina ajelan li gor par îsal bihayê pez û dewaran ji zêdetirî sedî sed zêde bûye.her ji ber vî giranîyê jî lihevkirina firoşkar û kirîyaran gelek dirêj û dom dike.

Bikirekî ajelan dibêje: “Heywan qet ne bi dile me ye. Em dikin nakin nikarin ji xwe re du berxika bikirin.”

Xwediyê ajelan Asim Kartal jî dibêje: “Em difroşin lê nakirin ,muşterî tune û kes nakirin.”

Xwediyê ajelan dibêje Hamdîn Guler jî got: “Bazar baş e. Îsal bazar bi dile me ye.”

Xwediyê ajelên qurbanê Ebdûlhemîd Yetîştîren jî dibêje: “Bereketa cejnê û salê tev de ketiye ser bazarê. Bereket heye. Lê bibe nebe her însan memnun nabe.”

Îsal ji bo qurbanan kîloyek pezê zindî 110 heta 120 lîreyan, kîloya dewaran jî bi zindî 120 heta 130 lîreyan tê firotan.

Serokê Yekîtîya Hilberînerên Mîh û Bizinên Tovî Ebdûllah Çetînkaya jî got: “Qurban salê carekî ye. Hema çend quriş zede be jî bila pir nekin mesele. Ewqas her tişt zêde bûye divê heywan jî biha biba. Çimkî xwediyê heywanan jî ked didin, îşek zor e divê ew jî çend quriş pere qezenc bikin. Ji ber wê di nêrîna min de qurban ne bihaye.”

Li Amedê  ku ji bo xelkê bajêr çandinî û ajelvanî sereke deriyên dahatê ne hersal nêzîkî 70 hezar pez û dewar jî ji bo qurbanan ji bo bajarên din tên şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst