Cotkarekî Erzinganê: Li gorî par berhema me zêdetir bû

20-07-2024
RÛDAW
Di germa havînê de dûrina dexlûdanê li Erzinganê berdewam dike
Di germa havînê de dûrina dexlûdanê li Erzinganê berdewam dike
Nîşan Genim Erzingan Dirûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarekî parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê got ku berhemê wan li gorî par zêdetir bûye.

Li piraniya Kurdistanê cotkaran dexil û danê xwe rakirine û êdî firotina berhem jî bi dawî bûye lê li parêzgeha Erzînganê ku yek ji parêzgehên herî sar a Bakurê Kurdistanê ye, genim berdewam dike.

Hebûna makîneyên kar ên modern ku teknîka wan a ronahiyê û hênikkirinê heye kar asan kiriye û bi şev û roj nasekinin.

“Makîneyan kar hêsan kiriye”

Cotkar Baki Erdal got:

“Paleyiyeke baş bû. Li gorî sala borî berhemê me zêdetir bû. Makîneyên kar ji sedî 100 karê me asan dikin.

Berê di mehekê de karê me bidawî dibû lê wekî hûn dibînin niha di rojekê de dûrina zeviya min temam bû.”

Şofêrên makîneya dûrina dexlûdanê di dawiya meha Gulanê de ji parêzgeha Şirnexê destpê kiriye û piştî parêzgehên Amed û Mêrdînê çûye parêzgeha Erzînganê ku êdî dawiya sezona dûrinê ye.

“Ji bo debara jiyana xwe em neçar in kar bikin”

Şofêrê makîneya dûrina dexlûdanê Volkan Karaman jî got:

“Salê nêzîkî 3 mehan em li ser makîneyê ne û rojane 15-16 demjimêran kar dikin.

Makîne nasekinin, carna şofêr tên guhertin û 48 demjimêran kar tê kirin.

“Em li pey nanê xwe diçin”

Ji bo debara jiyana xwe em neçar in kar bikin.”

Şofêrê makîneya dûrina dexlûdanê Ahmet Koşar jî got:

“Gelekî zehmet e. Ez ji Rihayê bo kar hatime vê derê. Em li pey nanê xwe diçin.

Niha li Erzinganê ne û piştre diçin Bayburtê û sezon tê girtin.”

Li Erzinganê ku navendeke girîng a çandiniya dexlûdan e îsal nêzîkî 640 hezar dekar zevî hatiye çandin.

 Li ser rûberê 391 hezar û 762 dekar genim, li 243 hezar û 652 dekar ceh û li 8 hezar dekar jî giyayê êm hatiye çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst