Tirkiyeyê elektrîka dide Sûriyeyê biha kir

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Nirxê Elektirîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniyên elektirîkê yên Tirkiyeyê, elektirîka ku didin bakurê Sûriyiyê û deverên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê biha kir.

Du kompanyayên Tirkiyeyê yên ku elektirîkê didin Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Îdlib, Êzaz, Cerablûs û Babê bihayê 1 kw elektirîka malan ji 3,20 lîreyên Tirkiyeyê kir 4,75 lîre.

Herwiha bihayê 1 kw elektirîka bazirganî û pîşesaziyê ji 5 lîreyên Tirkiyeyê kir 5,75 lîre.

Ji ber wê biryarê li bajarên Bab, Êzaz û Ixtirîn yên bakurê Helebê xwepêşandan li berb avahiyên Kompaniya AK Enerjiyê ya Tirkiyeyê çêbûn.

Ji ber xwepêşandanan deriya Kompanyaya AK Enerjiyê hat girtin.

Kompanyaya Sûriye-Tirkiyeyê ya elektirîkê jî daxuyaniyek belav kir û tê de got, ji ber rewşa aborî ya xerab û bilindbûna bihayê çavkaniyên enerjiyê û hemû kelûpelan neçar bûne bihayê elektirîkê zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst