Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser rojane 25 hezar bermîl petrol difiroşe Hikûmeta Sûriyeyê.
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman ji Rûdawê re li ser petrol û gaza ku ji Rêveberiya Xweser dikirin ragihand.
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman da zanîn:
“Her roj 25 hezar bermîl petrola ku ji zeviyên Rêveberiya Xweser derdikeve digihêje herêmên din ên Sûriyeyê.”
Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê berî niha ragihandibû ku ew rojane 15 hezar bermîl petrol ji Rêveberiya Xweser distînin.
Ehmed Silêman diyar kir ku ew ji bilî petrolê, her roj milyonek metre sêca gaz tê şandin.
Roja 22yê Sibatê girêbêsta şandina petrol û gazê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de îmze kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse