Endamên sendîkayan ji bo mûçeyan daketin kolanê

Duh li 11:05
RÛDAW
Nîşan Sendîka Mûçe Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên sendîkayên karker, mamosteyên sektorên taybet û xanenîşîn in li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ji bo mûçeyê kêmane û mûçeyê xanenîşînan daketin kolanê.

Endamên sendîkayan daketin qadan û bi bilindkirina sloganên “Em dixwazin wekî mirovan bijîn” daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe kir.

Li Tirkiy û Bakurê Kurdistanê bi milyonan karker û xanenîşînên ku mûçeyê wan di bin sînorê birçîbûnê de ye hene û daxwaza wan ew e ku mûçeyê herî kêm derkeve ser sînorê birçîbûnê.

“Mûçeyekî bi qasî jiyaneke mirovane pêwîst e”

Endamê sendîkayê Tahsin Mert Saygin got:

“Me got divê di Tîmehê de mûçeyê kêmane bê zêdekirin.

Mûçeyekî bi qasî jiyaneke mirovane pêwîst e. Wezîran çi kir, mûçeyê xwe zêde kir.

Elektrîk ji sedî 38 hat zêdekirin. Ji bo kirêyan sînorê zêdekirina ji sedî 25 hat rakirin.

Bihayê cihê manê û hemû pêwîstiyan zêde dikin.”

Sendîka dibêjin mûçeyê di bin sînorê birçîbûnê de qebûl nakin lê hikûmet dibêje heta serê sala 2025an mûçeyan zêde nake.

“Mûçeyê kedkaran daketiye bin sînorê birçîbûnê”

Endamekî Sendîkaya Karkeran jî got:

“Ji ber bihabûn û krîza ku em dijîn mûçeyê kedkaran daketiye bin sînorê birçîbûnê.

Bi mûçeyên di bin sînorê birçîbûnê de, mûçeyê kêmane ku 17 hezar û 2 lîre ye û mûçeyê xanenîşînan ku 10 hezar lîre ye, dayîna kirêya mehekê jî her ku diçe zehmet dibe.

Ji bo çi mûçeyên me ewqas kêm bûn, ji ber ku li vî welatî enflasyon ji sedî 75 e.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane û mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan di bin sînorê birçîbûnê de ye.

Li gorî amarên Sendîkaya TURK-ÎŞê sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî 18 hezar û 978 lîre ye.

Lê mûçeyê kêmane 17 hezar û 2 lîre û mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan jî 10 hezar lîre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst