Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokeke Pakistanê gaza sirûştî dertê ser rûyê erdê û şêniyên herêmê bi salan e bi rêbazên xwe yên taybet di malên xwe de dixebitînin. Ji bo derxistina gaza sirûştî li bajarokê şûna sondajê xortom, şûna rafîneriyê bareqe heye. Herwiha li wê derê gaza sirûştî ji şûna xetên boriyan yên milyar dolarî di poşetên 25 quruşî de dibin malên xwe.
Li bajaroka Banda Dawud Şah a li ser eyaleta Hayber Pahtunhvayê ya Pakistanê, gaza sirûştî ji binê erdê bi xwe dertê ser rûyê dinyayê.
Li herêmê feqîrî û xizanî zêde ye, gel bi rêbezên xwe gaza sirûştî derdixin û dibin malên xwe.
Li herêmê tu binesazî tuneye. Gaza sirûştî ji şûna rafîneriyê di bareqeyan de tê belavkirin û niştecih di poşetan de gazê dibin malên xwe.
Şêniyên herêmê jî dizanin ku ev rêbaza derxistin û birina malê metirsîdar e. Lewra li herêmê ji ber vê berî niha gelek kes mirine û birîndar bûne. Lêbelê gel ji ber feqîrî û bihabûnê nikare tupan bistîne. Gaza ku ew dibin malên xwe li gor tupan ji sedî 70-80 erzan e.
Nûçeyên Têkildar
.webp&w=3840&q=75)

Li Şêxanê hilberîna petrolê careke din dest pê kir

