Sûriyeyê ji Rûsyayê 1,4 milyon ton genim kirî

10-11-2023
Nîşan Rûsya Sûriye Genim Kirîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandiniyê ya Sûriyeyê ragihand, wan bi Rûsyayê peymana kirîna 1,4 milyon ton genim îmze kiriye.

Wezîrê Çandiniyê Sûriyeyê Mihemed Hessan Qetna da zanîn armanca vê peymanê ew e ku “Komeleya Dexlûdan a Sûriyeyê di warê berhemanînê de salekê sûdê jê bibîne.”

Wezareta Çandiniyê Sûriyeyê havîna borî jî ragihandibû ku wan ji cotkaran heta dawiya meha tîrmehê 770 hezar ton genim kiriye.

Li gorî wezaretê, “Pêwîstiya Sûriyeyê salane herî kêm bi 2 milyon ton genim heye.”

Li Sûriyeyê di salên berî şerê navxwe de salane nêzîkî 4 milyon ton genim berhem dihat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst