Şerê aborî gur dibe: Çînê bi rêjeya ji sedî 84an bersiva Amerîkayê da

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Çîn Aborî Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Aboriyê ya Çînê ragihand ku ew dê baca hawirdeyê ya ji Amerîkayê bi rêjeya ji sedî 84an zêde bike.

Gurkirina şerê bazirganiyê yê di navbera Çîn û Amerîkayê de piştî wê tê ku Donald Trump bi rêjeya ji sedî 104an baca gumrikî li ser kel û pelên Çînî ferz kir.

Wezareta Aboriyê ya Çînê ragihand ku ew dê baca gumrikê ya heyî ya Amerîkayê ji sedî 84an zêde bike.

Li gorî nûçeya Reutersê, wezaretê ragihand ku tarîfeyên zêde dê 10 Nîsanê dest pê bikin.

Wezareta Aboriyê ya Çînê her wiha 6 saziyên Amerîkayê xitine lîsteya “saziyên ne pêbawer” û 12 saziyên jî xistine lîsteya kontrolê ya hinardeyê.

Bacên zêde yên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî bi dehan welatan roja çarşemê ketin meriyetê.

Bacên li ser berhemên Çînê, ku hem dijberê herî mezin ê aborî yê Amerîkayê ye û di heman demê de hevalbendeke girîng a bazirganiyê ye, gihîşt rêjeyeke bilind a ji sedî 104an.

Trump hişyarî dabû

Serokê Amerîkayê hişyarî dabû wan welatên ku wî bacên zêde li ser wan danîne ku bersivê nedin.

Lê belê Pekînê bi danîna bacên bi heman rêjeyê li ser berhemên Amerîkayê bersiv da vê biryarê.

Li ser vê yekê, Washingtonê îcar baceke din a ji sedî 50 li ser Çînê danî.

Bi vî awayî, bacên li ser berhemên Çînê gihîşt ji sedî 104an.

Piştî van rûdanên dawî, bazar nearam in û Ewropa jî dixwaze di warê baca gumrikî de êrişeke berovajî li Amerîkayê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst