Li Rojavayê Kurdistanê her malbatek dê 300 litre mazot wergire

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Mazot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Sotmeniyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar da ku ji her malbatekê re 300 lître mazot bê dayîn kir.

Buhaya her lîtreyekê 325 lîre Sûriyeyê ye.

Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser ji Tebaxa îsal ve bi rêya kertên taybet mazotê li ser xelkê belav dike.

Ev kert ji aliyê komîteyên rêveberiyê ve hatine dayîn.

Endamê beşa sotemeniyê ya Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Dirbêsiyê Şiyar Hesen got ku wan 12 hezar kert amade kirine  û ji wan 8 hezar kert hatine belavkirin.

Bi gotina Şiyar Hesen xebatên tomarkirinê li hin navçeyan berdewam dike.

Şiyar Hesen herwiha eşkere kir ku di her kertekê de 300 lître mazot hatiye tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst