Ji ber bombebaranên Tirkiyê pezê xwe bi erzanî difiroşin

05-05-2021
Yûsif Mûsa
Xwediyên pez nikarin pezê xwe ji gundan dûrbixin
Xwediyên pez nikarin pezê xwe ji gundan dûrbixin
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Bombebaranên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê, bandor li ser kesên xwedî pez jî kiriye û ew ji ber tirsa topbaran û bombebaranan nikarin pezê xwe biçêrînin û neçar dibin bi erzanî bifiroşin.

Bonbebaran û topbarên Tirkiyê bandor li ser rêjeya pezên gundên sinorî li parêzgeha Duhokê kirin. Li Gundê Girê Biyê yê Zaxo salekê berî niha 3 hezar ser pez hebûn lê niha tenê 300 pez mane û yên din hatine firotin.

Li Gundê Girê Biyê xwediyên pez di heyama salekê de ji sedî 90 pezê xwe ji ber şerê Tirkiye û PKKê bi erzanî firotine.

Şivanê li gund Şervan Ebdulxefar diyar kir ku berfirehiya gundê wan a ku dikarê pezê xwe biçêrînin 4000 hezar donim e, lê ji ber şer tenê dikarin li 100 donimê pezê xwe biçêrînin.

Şivanê Gundê Girê Biyê Şervan Ebdulxefar got: “Niha Tirkiye herdu aliyên gundê me bombebaran û topbaran dike, em nikarin pezê xwe ji gund dûr bixin. Em pezê xwe heta 150-200 metreyan ji gund dûr dixin. Niha jî zêde pez di gund de nemaye.”

Xelkê deverên sînorî pezên xwe dibin meydana firotina ajelan a Zaxoyê, xwediyê pez Welat Ebdullah jî nimûneyek ji wan e ku berî 10 rojan bi nêzîkî 4 mîlyon dinaran pezê xwe ji bihayê bazarê erzantir firotiye.

Xwediyê pez Welat Ebdullah jî dibêje: “Ez xelkê Gundê Kerpêta Eboşê me, her roj firokeyên şer derdora gund bombebaran dikin, em nikarin pezê xwe biçêrînin. Xelkê gundên sînorî hemû reviyan hatin. Em jî hatin, min bixwe 140 serî pez firotin.”

Li meydana bazara pez a Zaxo nêzîkî 1000 hezar serî pez hene, bi gotina bazirganan pez bi rêjaya ji sedî 80 yên deverên sinorî ne û ji ber şer pezên xwe difiroşin.

Bazirganê pez Elî Remezan jî dibêje: “Pez diçû Lêfanê, lê îsal hemû neçûn, ji ber ku firokeyên Tirkiyê bombebran dike. Li şûna canê me here bila pezê me nemîne. Ew erdê ku firokeyên Tirkiyê lê bidin em dê çawa herin wan deran.”

Firoşyarê pez Ehmed Yûsif jî got: “Berî cota mihan 700 hezar dînar bûn, lê niha bûne 500 hezar dînar, çimkî çêre nîne.”

Li Zaxo ji ber şer nêzîkî 25 gund bi yekcarî hatîne valakirin û nêzîkî 25 gundan jî hejmara xelkê tê de kêm bûye.

Li gor amarên qeymiqamtiya Zaxoyê di heyama salekê de 75 hezar serî pez hatine firotin.

Qeymiqamê Zaxo yê bi wekalet Dilşer Ebdulstar jî dibêje: “Di heyama salekê de 75 hezar pez hatine firotin, ji ber bombebaranên Tirkiye pez erzan bûne. Cotyarên me gelek zerarmend bûne û ji neçarî pezê xwe erzan difiroşin.”

Herwiha li gor amarên qemiqamtiyê ji ber firotina pez nêzîkî 800 kesan bê kar mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst