GEVER - Dahata kengirokan salane digihe 2 milyon dolaran

04-10-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Geverê salane 400 hezar ton kengirok tên amadekirin
Li Geverê salane 400 hezar ton kengirok tên amadekirin
Nîşan Colemêrg Gever Kengirok
A+ A-

Gever (Rûdaw) -  Xelkê Bakurê Kurdistanê ji bo debara xwe gelek karên cuda dike û yek ji wan karan jî komkirina kengirokan e.

Kengirok tovê kengirê ye. Kengir dema hişk dibe gundî jî wî tovî kom dikin û difiroşin bazirganan.

Kengirok li devera Colemêrgê wekî kengiroşk an jî dendeloşk tê binavkirin.

Hinek malbat debara xwe bi kengirokan dikin

Ew kar bi taybetî li devera Colemêrgê tê kirin û hinek xelkên gund debara xwe bi komkirina kengirokan dikin.

Xelkê deverê bi taybetî demsalên bihar û payizan ji bo komkirina çend core tov û giyayan berê xwe dide deverên çiyayî.

Hinek malbat ji bo komkirina kengirokan berê xwe didin geliyê Doskiyê.

“Berhevkirin zehmet e ji ber ku sitiriyên wan hene”

Xelkê Gundê Haciyanê Mehemedê Kinyanişî ji Rûdawê re got:

“Em serê sibê zû tên van çiyayan. Heta êvarî em li kengirokan digerin. Li hinek deveran gelek hene li hinek devera nînin. Ev dever devera Doskiyan e, li vê deverê yên gelekî baş hene.

Em jî tên heya êvarî hin rojan 10 kîloyan hin rojan 15 kîloyan hin rojan 5 kiloyan kom dikin. Hin rojan jî kêmtir peyda dibin. Em debara xwe pê dikin. Komkirina wê karekî zehmet e ji ber ku sitirî gelek hene.”

Payîzê dema komkirina kengirokan dest pê dike

Kengirên biharê şîn dibin ber bi payîzê ve zer dibin û dendik ji nava kengirê derdikeve.

Gundî jî wan dendikan kom dikin û difiroşin bazirganan.

Li Gever, Şemzînan, Çelê, Rubarok û Colemergê kêm zêde li hemû gundan kengirok tên komkirin.

Kîloyek heta 250 lîreyî tê firotin

Bazirgan ji bo kirîna kengirokan heya gundan diçin û yek kîlo îsal ji 180 lîreyên Tirkî dest pê dike û li gorî kalîteyê heta 250 lîreyî jî tên firotin.

Xelkê Gundê Heciyan Hasan Doskî jî got:

“Me pez heye, dema em pezê xwe didin şivanan em diçin kengirokan. Em diçin çiya kengirokan kom dikin, gundî hemû tên, 30 ji sedî debara me kengirok in.

Em diçin çiya û zozanan kengirokan dikin û tînin paqij dikin, amade dikin û difiroşin. Em kîloya wê bi 200 lîreyî didin muxtar Mehyet. Kengirokên baştir jî hene bihayê wan zêdetir e lê îsal me bi 200 lîreyî heta 220 lîreyî da muxtar.”

Mehyet Es yek ji bazirganên herî diyar ên kengirokan e.

Mehmet Es li Geverê ji bo paqijkirina kengirokan dezgehek daniye û 3 karmend li vê dezgehê dixebitin.

Salane 400 hezar ton kengirok tên amadekirin

Li navçeyê çend dezgehên din ên kengirokan hene û salane nêzîkî 400 hezar tonên kengirokan li wan dezgehan tên amadekirin.

Bazirgan Mehyet Es got, “Kengirokan gundî kom dikin. Ji meha 6an heta meha 7an kengir hişk dibin û gûndî diçin kom dikin tînin malên xwe. Em jî diçin malên wan li ber derên wan ji wan dikirin.

Biha li gorî kalîteyê ye li gorî hûr yan girbûna wan e. Em jî kengirokan tînin li vir, me dezgeh heye em paqij dikin û pakêt dikin û dişînin Îraqê (Herêma Kurdistanê).”

Dahata kengirokan digehe 2 milyon dolaran

Li gorî amarên ku bazirganan dane salane dahata kengirokan li wan navçeyan digehe derdora 2 milyon dolaran û piraniya kengirokan jî dişînin Herêma Kurdistanê û li wir jî wekî çerezan tên bikaranîn.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst