SONDAME Swîsre jî bizdand

05-05-2015
RÛDAW
Nîşan SONDAME Swîsre bizdand United Tribuns
A+ A-

 

Dusseldorf (Rûdaw) - Hevgirtineke ciwanên kurd ya bi navê “SONDAME” ev demeke ku li başûrê Almanyayê bala medyaya almanî kişandiye ser xwe. Niha ev hevgirtin derbasî Swîsreyê bûye û bi şaxê xwe yê Zurichê bala swîsreyiyan jî kişand ser xwe û tirsa geşbûna şerekî hevgirtinên ciwanan belav kiriye.

 

Şemiya borî derdorê 50 xortên kurd yên endamên “SONDAME“, ango “sonda me“, di nav kolananên bajarê Zurich yê Swîsreyê de geriyan û navê hevgirtina xwe qîriyan. Ev yek bû sedema tirsa niştecihên bajarê Zurichê û li ser vê yekê polîs li pêşiya koma xortan rawestiya û bi guleyên plastîk ew paşve xistin.

 

Ev xwenîşandana xortên kurd bû sedema guftûgoyên li ser wê yekê ka “SONDAME” wê dest bi şerê hevgirtinên din yên motorsiklêtan yên weke “United Tribuns” bike. Piraniya endamên “United Tribuns” Tirk û xelkên balkanî ne û li Almanyayê di navbera wan û “SONDAME” de rikberiyeke dijwar heye. Tirsa swîsreyiyan ew e ku ew rikberî derbasî Zurichê jî bibe.


Li gor texmînan, “SONDAME” li Almanya û Swîsreyê xwedî derdorê 1000 endaman e, prraniya mezin ji Almanyayê ne.

 

Hevgirtinên weke “United Tribuns”, “Red Legion” û SONDAME weke hevgirtin-komeleyên motorsîklêtan tên hejmartin ku gellek caran yasayan binpê dikin. Ev kom herwiha tên tawanbarkirin ku destên wan di nav karên deryasayî yên weke firotina madeyên hişbir, laşfiroşî û standina bi zorê ya pereyan heye. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst