Silêmanî (Rûdaw) – Piştî çendîn salan termê pêşmergeyekî navdarê Kurdistanê ji Pakistanê ve tînin Kurdistanê û dê li Silêmaniyê li ser axa welat bê veşartin.
Cenazeyê pêşmergeyekî navdarê her du şoreşên Îlon û Gulanê ku li Pakistanê koça dawî kiriye û li wir bi axê hatiye spastin, bo Kurdistanê tê vegerandin.
Navî wî pêşmergeyê han Yûsif Liçe ye û pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye û di dema şoreşê de fermandeyekî Hêzên Pêşmerge bûye û li welatê Pakistanê jiyana xwe ji dest daye.
Malbata wî pêşmergeyî ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku termê wî pêşmergeyî tînin Kurdistanê û dê li ser axa Kurdistanê bi axê were spartin.
Li gor malbata wî fermandeyê pêşmerge, termê Yûsif Liçe li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 15ê Îlonê digihîje Hewlêrê û dê roja çarşem 16ê Îlonê de li goristana Ablax a Silêmaniyê de bê veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse