Barzanî: Jinên Kurd qehremanin lê hêj rastî tundûtîjiyan tên

07-03-2016
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Kurd Kurdistan Jin 8ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkevta 8ê Adarê roja cîhanî ya jinan ragihand, hêj jin rastî cudakarî, tundûtîjiyên psykolojîk, fîzîkî tên û mafên wan tên binpêkirin.

 

Îro duşemî 7ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê bi helkevta 8ê Adarê roja cîhanî ya jinan peyamek belav kir.

 

Barzanî di vê peyama xwe de pîrozbayî li jinên Kurdistanê û hemû cîhanê, herwiha li dayîk, hevjîn û keçên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê kir û got, ku barê giranê ji dest dana şehîdan li ser milê dayik, hevjîn û keçên wan e û ji wan re hêviya bêhnferehî, aramî û bexteweriyê kir.

 

Barzanî herwiha got: “Afret û jin roleke bi bandor û yekalîkir di civakê de hene. Pişka zêde ya êş û derd, berxwedan û têkoşîna gelê me ber jinan dikeve û şûndestê wan di piştevanîkirina şoreşê, pêşmerge û perwerdekirina xortên qehreman, tehemulkirina êşên awareyiyê û xebata sivîl û siyasî de xuya ye.”

 

Barzanî li ser rola jinên Kurd di dîroka gelê Kurd de herwiha da xuyakirin: “Jin di avakirina dîrok û destkevtên gelê me de beşdar in. Ev yek rastiyek e û gerek em hemû şanaziyê pê bikin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi rola jinan di şoreşên gelê Kurdistanê de kir û ragihand: “Ewa ku jinên Kurdistanê bo gelê xwe kiriye, di dîrokê de mînakên wê kêm in. Ew piştevanê şoreşê bûn, awareyî û derbiderî dîtin û kirîz û karesat tehemul kirin û beşdarî di hemû biyavên (warên) jiyana civakê de kirin, herwiha beşdarî şerê berevanîkirin li niştîman jî bûn û di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de jî keçên Kurd qehremanî tomar kirin.”

 

Mesûd Barzanî herwiha amaje bi tundûtîjiyên li hember jinan dike û dibêje: “Ligel wê jî, jin hêj rastî cudakariyê, tundûtîjiên psykolojîk, fîzîkî û binpêkirina mafên xwe tên.”

 

Barzanî di dawiya peyama xwe de hêviya serbilindî û bexteweriyê ji jinên Kurdistanê re dixwaze û dibêje: “Erkê ser milê yek bi yekê me û hemû saziyên sivîl û hikûmî ye, rêz li mandîbûn û têkoşîna jinan û mafên wan bigirin û kar bow ê bê kirin, ku jin bi asûdeyî rola civakî, sivîl û siyasî ya xwe di jiyana civakê de bêyî ti astengiyan bilîzin û tundûtîjî bi hemû curên wê ve li hember jinan nemîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst