Almanya 3 keştî cebilxane bo Herêma Kurdistanê dişîne

31-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Almanyayê biryar da ku 3 keştî tijî çek, amûrên teqemenî û kelûpelên serbazî bo Herêma Kurdistanê bişîne. Piştî 2emîn şerê Cîhanê yekemcar e ku Almanya çek dişîne derveyî welatê xwe.

Ursula von der Leyen Wezîra Parastinê ya Almanyayê tevî Frank-Walter Steinmeier Wezîrê derve yê wî welatê, civîneke çapemenî li dar xist û got, Hikûmeta Almanyayê biryar daye ku 3 keştî tijî çek bişîne bo Herêma Kurdistanê.

 

Her wiha Wezîra Parastinê ragihand, di nava wan çekan de 30 sîstemên muşekên dijî tank, otomobîlên zirxpoş, heşt cure çekên pêşketî û gelek amûr û kelûpelên serbazî hene. Von der Leyen got, ew amûrên ku şandine besî 4 hezar Pêşmergeyan heye ku dijî DAIŞ bikar bînin.

 

Piştî 2emîn Şerê Cîhanê Yekem car e ku Almanya çek dişîne derveyî welatê xwe. Wezîra Parastinê ya Almanyayê got, dawiya meha Îlonê dê ew çek bigihîjin Herêma Kurdistanê.

 

Nirxê wan çekên ku Almanyayê bo Herêma Kurdistanê dişîne nêzîkî 91 milyon dolar e. Di nav de fuzeyên mîlan ên dijî tank û gellek çekên peşketî jî hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst