Navenda Nûçeyan – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, Tirkiyeyê ji bo bazirganiya xwe ya petrolê ligel rêxistina DAIŞê biparêzê balarifa Rûsyayê xist.
Serokê Rûsyayê li paytexta Fransa, Parîsê di Konferansa Guhertina Keşûhewaya (COP21) de ragihand, agahiyê nû di destê wan de hene ku rêxistina DAIŞê bazirganiya petrolê bi ser Tirkiyeyê re rêve dibe.
Putin amaje kir ku xistina balafira şerî ya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê şaşiyek gelekî mezin bû.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Barak Obama di Lûtkeya Konferansa Keşûhewaya ya 21emîn de hatin cem hev.
Barcak Obama ji bo xistina balafirê ji Putin re xemgîniya xwe anî ziman.
Di Konferansa Guhertina Keşûhewaya Putîn daxwaza Erdogan a hevdîtinê red kiribû.
Tê pêşbînîkirin Serokê Rûsyayê bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse