El Qaîde piştgirî da teqîn û êrişên Hewlêrê

29-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina El Qaîde piştgiriya xwe bo êriş û teqînên îro yên li dijî asayişa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê nîşan da.

Li gorî nûçeya malpera erebî ya Îlaf, rêxistina El Qaîde piştî teqîn û êrişên îro yên ku li dijî hêzên asayişê li bajarê Hewlêrê hat kirin, di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela fermî ya twitterê ya rêxistinê hatiye belavkirin, piştgiriya xwe li hember wan teqîn û êrişberan nîşan da.

Li gorî nûçeyê, di peyama El Qaîde de wiha hatiye gotin: “Avahiyên hêzên asayişê û wezareta navwe li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê rastî êriş û teqînan hatin. Xudê piştevanê êrişber û armancên wan be.”

Li gorî agahiyên rêveberiya Asayişa Herêma Kurdistanê, îro (29.09.2013) saet 13:24 5 kesên xwekuj bi otomobîlên bomekirî û çekên sivîk êrişî avahiyên asayişê kirin ku di encamê de 5 xwekuj hatin kuştin.

Her wiha di bûyeran de 6 karmendên asayişê jiyana xwe ji dest dan.


Li gorî agahiyên wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê, 62 kes di bûyerên îro yên Hewlêrê de birîndar bûne ku piraniya wan karmendên asayişê ne. Tê gotin rewşa birîndarekî baş nîne.  

Ev di demekî ye ku heta niha tu rêxistin û grûpekê berpirstiya êriş û teqînên îro yên Hewlêrê negirtiye ser xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst