Sen Petersburg (Rûdaw) – Xwendekareke kurd a Rûsyayê ji ber jêhatîbûna xwe ji aliyê Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn ve hat xelatkirin.
Xwendekara kurd a bi navê Gulê Nisret, ku li bajarê Sen Petersburgê yê Rûsyayê dijî, heta niha sê caran hatiye xelatkirin û her carê jî medalyaya zêr standiye.
Gulê dibêje, yek ji wan xelatan ji aliyê Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn ve hatiye dayîn.
Ew dibêje, ez di xwendina xwe de jêhatî me, ev jî saya serê bavê min e. Wî ez teşwîq kirim ku bixwînim. Bavê min pir hez dikir ez medalyaya zêr bistînim min jî hemû hêza xwe bikar anî û ez bi ser ketim…
Gulê pir ji Kurdistanê hez dike û dixwaze serdana Kurdistana azad bike: “Hemû dilê min Kurdistan e. Bila kes nabêje em di xema Kurdistanê de nînin. Em pir hez dikin Kurdistana azad bibînin. Ez her gav li televîzyonê dinêrim û pir kêfxweş dibim dema dibînim pêşmergeyên qehreman Kurdistanê diparêzin…”
Mirov û hevalên Gulê jî bi serkeftina wê kêfxweş û pê serbilind in…
Cara yekemîn e ku keçek kurd li Rûsyayê di warê xwendinê de tê xelatkirin.



