Konsulxaneya Rûsyayê dane ber roketan

29-04-2016
RÛDAW
Nîşan Rûsya Heleb Konsulxane Êriş Roket Eniya El-Nusra
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Konsulxaneya Rûsya li bajarê Helebê yê Sûriyê rastî êrişa roketan hat.

 

Wezareta Derve ya Rûsya di daxuyaniyekê de ragihand, avahiya Konsulxaneya Rûsya li bajarê Helebê yê Sûriyê kete ber êrişa roketan.

 

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, çekdarên El-Nusra konsulxaneya Rûsya li Helebê dane ber top û hawinan.

 

Li gor daxuyaniyê di encama êrişê de ti kuştî yan jî birîndar çênebûn.

 

Êriş îro di saet 15:00 li gor dema Sûriyê pêk hatiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst