Ban Kî Moon bang li Tirkiyê kir

28-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî Moon, xemgîniya xwe ji ber operasyonên asmanî li ser baregehên PKKê diyar kir û bang li Tirkiyê kir ku vegere ser maseya diyalogê.

Di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê, Berdevkê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, Kî Moon pir dilgiran e ji zêdebûna aloziyên di navbera Tirkiyeyê û endamên PKKê de.

Berdevkê Kî Moon tekez kir ku dixwazin diyalog berdewam bin da ku çareserî bi dest were.

Li gor daxuyaniyeke Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî Moon hêvî dike ku bilez aliyên aloziyê vegerin ser maseya danûstandinê, da ku çareseriyeke aştiyane bê dîtin.

Ban Kî Mon bang li hemû aliyan kir ku venegerin “aloziyeke mirinê“ ku di salên borî de hewqas xemgînî bi der hemwelatiyên Tirkiyê de anî.

Li aliyê din beriya civîna NATOyê, ku Tirkiyê ji ber şerê xwe yê li hemberî DAIŞê û PKK daxwaza wê civînê kiriye, ji çendîn aliyan ve rexne li Tirkiyê tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst