ENKSê ofîsa xwe li Jenêvê vekir

27-02-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Jenêv (Rûdaw) - Encûmena Niştîmanî Kurd li Sûriye (ENKS) bi awayekî fermî nivîsgeha xwe li bajarê Jenêv a Swisre vekir.

Serokê ENKSê Êbrahîm Biro, di merasîmeke fermî de, ofîsa ENKSê li bajarê Jenêvê ya Swîsreyê vekir, di wê merasîmê de hejmarek ji nûnerên her yekê ji Tirkiyê, Erebistana Siûdiyê, Almanyayê, ligel nûnerê De Mistura amede bûn

Îbrahîm Biro anî ziman, ku armanca wan ji vekirina vê ofîsê, pêşxistina karên diplomatîk, avakirin û bihêzkirina pêwendiyên li gel welatên Ewropayê ne.

Herwiha endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Siyamend Haco ji Rûdawê re axifî û da xuyakirin ku vekirina nivîsgeha ENKSê pêwîstiyeke û ew dide xuyakirin ku ENKSê bi siyaseta xwe tê qebûlkirine.

Siyamend Haco nîşan bi wê yekê da ku pêwîstî bi vekirina nivîsgehê heye li bajarekî weke Jenêvê, di demekê de ku gotûbêj li ser paşeroja Sûriyê dibe.

Di vê dema dawiyê de ENKSê tevgereke deplomatîk li welatên Ewropî kirin, Di demekê de ku gotûbêjên Jenêv 3 wê 7ê meha Adarê destpê bikin û ENKSê cih di nav şanda dijbereya Sûriyê de digire, lewra ew nivîsgeh bi alîkariya hikûmeta Almanî hate vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst