Moskow (Rûdaw) - Rûsya berdewam dilgiraniya xwe li ser hebûna Amerîka li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nîşan dide, û hewleke din dide ku man û planên Amerîka li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê asteng bike.
Bi gotina rayedarên Rûsyayê, Amerîka dewletekê li Rojhilat û derdora çemê Feratê ava dike, herwiha tekez dikin ku ew plan bêyî razîbûna Enqerê û Moskowê ye û dibêjin ku ti planên Amerîka bicih nabin.
Di van rojên dawî de rojeva Moskowê bi giranî serdana Rawêjkarê Serokê Amerîka yê ser Ewlehiya Neteweyî John Bolton e. Tevî ku Bolton behsa hemahengiya Waşington û Moskowê li Sûrî kir jî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova careke din nîgeraniya Moskowê li ser tevgera Amerîkayê ya li rojhilatê Sûrî anî ziman û di bersiva pirsa Rûdawê de jî hûrgiliyên gotûbêjên herdu aliyan ên li ser Rojavayê Kurdistanê eşkere nekir.
Çavdêrên Rûs pê bawer in ku siyaseta Rûsyayê li Sûrî ser dikeve û Amerîka neçar e vê yekê qebûl bike. Her çi piştgiriya Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistan e jî, bi nêrîna wan, ji Rûsyayê zêdetir Tirkiye jê nîgeran e.
Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Sergey Yermakov ji Rûdawê re ragihand: “Di mijara damezrandina dewleta Kurdî de, ne tenê li erdê Iraqê, an ku ne tenê li Kurdistana Iraqê, lê bi giştî damezrandina dewleteke Kurdî û naskirina serxwebûna wê, ji bo Amerîkayê, aktorê sereke yê kilîta Tirkiye ye. Bi nêrîna min, pêgeha Rûsyayê li ser vê pirsê wisa ye ku, ew mijareke ji bo gotûbêjên demdirêj e û ne ya dahatûya nêz e.”
Pisporê serbazî îhtîmal nade hemahengiya Moskow û Waşingtonê li ser damezrandina dewleteke serbixwe li rojhilatê çemê Feratê, lê bi nêrîna wî, Amerîka dê bi ser otonomiya Kurdan, hebûna xwe li Sûrî biparêze.
Pisporê serbazî û jeopolîtîkzan Konstantîn Sivkov diyar kir: “Di çarçoveya dewleta yekgirtî ya Sûrî de, li wê herêmê dê otonomî bê damezrandin û rêveberiya herêmî ya Kurd, dê bibe xwedî desthilateke berfireh a otonom û derfeta Amerîkayê dê hebe ku bibe xwedî karîgerî li ser wê otonomiyê û pê re, karîgeriya xwe ya li ser Sûrî jî biparêze.”
Di vê navberê de Moskowê lez daye dîplomasiyê ji bo zindîkirina proseya damezrandina Lîjneya Destûra nû ya Sûrî. Piştî hevdîtinên li gel nûnerên dewletên garantor ên li Sûrî, Wezareta Derve ya Rûsyayê, niha pêşwaziya şandeya Lijneya Bilind a Danûstankar a Opozîsyona Sûrî dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse