London (Rûdaw) – Li Parlamentoya Birîtanya civînek derbarê Rojhilatê Kurdistanê de birêveçû, ku têde nûnerên çend partiyên Rojhilatê Kurdistanê de beşdar bûn.
Parlamentoya Birîtanya derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de civînek taybet birêvebir.
Civîn êvariya duh dûşemî 25ê Çileyê û ji aliyê Rêxistina Netewên Bê Dewlet naskirî bi UNPO hat lidarxistin.
Di civînê de hejmarek rayedarên UNPO û berpirsên çend partiyên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha hejmarek parlamenterên Birîtanya amade bûn.
Herwiha hejmarek çalakvanên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê jî tevlî vê civînê bûn. Di civînê de derbarê rewşa kurdên Rojhilatê Kurdistanê axavtin hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse