Amerîka: Me xweseriya Kurd nas nekiriye

24-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Amerîka red dike bi serdana berpirsên payebilind ên dîplomatîk û leşkerî, wan xweseriya Rojavayê Kurdistanê nas kiribe.


Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, Mark Toner roja Duşemê di birîfingeke rojane de got serdana nûnerê taybet yê Serok Barack Obama û ya generalekî Fermandehiya Navendî li Rojavayê Kurdistanê nayê wateya nasîna xweseriya Kurdan.


Toner got: "Ji bo pîvana rewşê, da ku em pêwîstiyên [hêzên Kurd] û zehmetiyên dikêşin bizanin, têkiliyeke nêzîk dideynin."


Nûnerê Obama yê şerê dijî DAIŞê, Brett McGurk dawîya meha Çileyê çûbû bajarê rizgarkirî yê Kobanî û bi rêvebirên Kantona Kobanî û fermandeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re civiyabû.


Li gorî rûnivîsa birîfingê ku li ser malpera Wezareta Derve weşandî ye, Toner got serdana bêhtir pêr a fermandeyê Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkî, Joseph Votel bi armanca hevkariyê bû.


Votel, roja Yekşemê bi rêya hewayî çûbû Rojavayê Kurdistanê, bi serkirdeyên YPG û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HDS) re civiyabû û beşdarî meşka leşkerî ya wan bûbû.


Berdevkê Amerîkî herwiha got: "Em nîgeraniya Tirkiyê [li ser xweseriya Kurdan] fêhm dikin. Û me bi zelalî ji hêzên Kurd re got ku herêmeke xweser, nîv-xweser ava nekin û xaka rizgar dikin bidin destê rêvebirên sivîl."


Derbarê beşdariya hêzên Kurd li rizgarkirina çaverêkirî ya bajarê Reqqayê li Sûriyê ku wekî "paytextê de facto" yê rêxistina DAIŞê tê nasîn, Toner got, Kurd partnerên "karîger" in û hevkariya navbera wan û Amerikayê de dê bidome.


Têkiliyên leşkerî û dîplomatîk yên Rojavayê Kurdistanê bi Amerîkayê re, bi taybet ku piştî Şerê Kobaniyê geş bûn, Tirkiyê xistiye nav endîşeyan û ev yek bûye sedema xirabûna navbera her du dostên NATOyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst