Navenda Nûçeyan – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê serkeftina li dijî DAIŞê li Baxozê weke "îlhambexş" bi nav kir û ragihand: “Axa bin destê DAIŞê bi rêjeya %100 hat kontrolkirin, lê hêj erkê me bi dawî nebûye.”
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê bi wekalet Patrick Shanahan bi daxuyaniyekê ragihand: “Bi serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heta niha zêdetirî du hezar mîl çargoşe li Sûriye û Iraqê ji Kanûna 2017an ve ji DAIŞê hatin paqijkirin, ew grûp êdî ti devereke ku xelk têde dijî, kontrol nake.”
Patrick Shanahan diyar kir: “Niha demeke guncaw e daku qurbaniya HSDê îtiraf bikin, ku serkirdetiya şerê DAIŞê kirin li Sûriyê, herwiha hêzên Iraqî jî, ku şerê DAIŞê kirin li wî welatî, li gel hevpeymanan û serbazên Amerîkayê, hemû wan hêzên wêrek bi piştgiriya hevbeşên me di çend salên derbasbûyî de şerê DAIŞê kirin.”
Li ser bidawîbûna erkên wan piştî temambûna şer, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê bi wekalet got: “Di demekê de ku em gihiştine qonaxeke hestyar di şerê dijî DAIŞê de, em fêm dikin ku hêj em ji temamkirina karên xwe dûr in, qonaxa bê, li deverên bakurê rojhilatê Sûriyê dabînkirina asayişa wan deveran û rêgiriya li veger û serîhildana torên DAIŞê ye. Em dê berdewam bin di hewldanên xwe de li gel hevbeşên xwe di dabînkirina asayişa wan deveran de.”
Duh şemiyê (23-03-2019) piştî 41 rojan ji destpêka operasyona Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serkeftina li dijî DAIŞê ragihand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse