3 keçên xwestin tevlî DAIŞê bibin li Frankfurtê hatin girtin

22-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Düsseldorf (Rûdaw) – Ew 3 keçên amerîkî ku dixwestin biçin Sûriyê û tevlî DAIŞê bibin li firokexaneya Frankfurtê hatin girtin û bo welatên wan hatin vegerandin.

 

3 keçên temen 15,16 û 17 salî yên welatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi armanca tevlîbûna DAIŞê ji malên xwe reviyabûn û berê xwe dabûn Sûriyê. Beriya ew bigihijin Sûriyê ew li firokexaneya Frankfurtê li Almanyayê hatin girtin û şûnde hatin şandin.

 

Li gor televizyona amerîkî CNN û malpera “ABC“, hersê keçên temenbiçûk bi îdiaya ku nexweş in dêbavên xwe xapandine û xwestine bi riya Almanya û Tirkiyeyê xwe bigihînin Sûriyê û tevlî rêxistina DAIŞê bibin.

 

Li Almanyayê ew ji aliyê polîsên firokexaneyê hatin binçavkirin û ew şûnde şandin bajarê Denverê li eyaleta Koloradoyê.

 

Li gor agahiyên çapemeniya amerîkî du ji wan xwişk (15 û 17 salî) in û bi eslê xwe ji Somalyayê ne, ya 16 salî jî bi eslê xwe ji Sûdanê ye. Malbatên van keçan di 17ê mehê de serî li polîsan dabûn ku keçên wan winda bûne.

 

Herdu xwişkên ku xwe nexweş nîşan dabûn, da ku neçin dibistanê, herwiha 2000 Dolar jî ji dê û bavên xwe dizîbûn, pasporta xwe jî ligel xwe biribûn û winda bibibûn.

 

Piştî ku dê û bavên wan pê hesiyabûn ku herdu keçên wan winda bûne, pasportên xwe û herwiha pere jî bi xwe re birine, ew ketibûn mumanê û polîs haydar kiribûn.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst