Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina li gel hevtayê xwe yê Bosniya û Herzegovîna li Sarayevo peyatexta wî welatî, di civîna çapemeniya hevbeş de ragihand, ew rê nadin Amerîkayê ku li rojhilatê çemê Firatê dewletekê yan herêmeke otonom (xweser) ava bike.
Sergey Lavrov di vê konfransa hevbeş a rojnamevanî ya bi hevtayê xwe yê Bosniya û Herzegovînayê ragihand, ku ew nikare li ser daxuyaniyên opozisyona Sûriyê yên têkildarî rewşa Idlibê tiştekî bêje û tekezî li ser giringiya parastina axa Sûriyê kir.
Lavrov got: “Ew daxuyaniyên opozisyona Sûriyê dide ,em nikarin derbarê wan daxuyaniyan de tiştekî bibêjin, ji ber ku daxuyaniyên wan nabin bersiv beraber biryara Encûmena Ewlekariyê ku têde hatiyê gotin, divê yekîtiya axa Sûriyê were parastin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha amaje bi herêmên Kurdî û Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, ku “metirisya herî mezin bo parçebûna Sûriyê ji hêla rojhilatê çemê Firatê tê”, ku ew herêm di jêr kontrola hêzên Kurdî û hevpeymanên wan de ne.
Sergey Lavrov rexne li siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê û piştgiriya wî welatî li hêzên Kurdî girt û diyar kir, ku Amerîka hewl dide li rojhilatê çemê Firatê dewletekê ava bike û tekez kir, ew dê hemû hewlên xwe bidin, daku Amerîka wan karên xwe bide rawestadin.
Sergey Lavrov wiha axivî: “Metirsiya perçebûna Sûriyê ji milê rojhilatê çemê Firatê vê tê ,ji ber ku bi awayekî raste rast Amerîka piştgirya hêzên xwecihî yên wê deverê dike, otonomî û dezgahên dewletê dide avakirin, em dê hemû hewlekî bidin daku wan karan bidin rawastandin. Em dê rasteras ji Amerêkiyê re jî bêjin û di Encûmena Elekariyê de jî li ser wê mijarê em dê kar bikin daku wan karan bidin rawastandin.”
Wezîrê Derve yê Rûsya behsa rewşa parêzgeha Idlibê jî kir û da zanîn: “Dê heta nîvê meha Cotmehê rêxistian Cehpet El Nusra ji parêzgeha Idlibê derbikeve. Herwiha heta 15ê meha Cotmehê dê hemû çekên giran ji wê parêzgehê werine derxistin. Ev rêkevtin, ji bo jinavbirina terorîstan hatiyê kirin û gaveke nav birîye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse