Navenda Nûçeyan – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şerê li dijî DAIŞê sedema mana Amerîkayê li Sûriyê bû û ragihand: “Me li Sûriyê DAIŞ têkbir.”
Donal Trump di hesabê xwe yê taybet ê twitterê de ragihand: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, ku di dema serokatiya min de yekane sedema mana hêzên me bû li wî welatî.”
Twîta Trump piştî wê yekê hat ku rojnameya amerîkî The Wall Street Journal ji hin çavkaniyan belav kiriye ku rayedarên amerîkî piştrast kirine ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hevpeymanên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê agahdar kirine, plana wan heye amadekarî dikin ku hêzên xwe ji herêmê vekişînin.
Kanala CNN jî ragihandiye ku biryara vekişînê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye dayîn û ji hêzên welatê xwe re ragihandiye ku xwe ji bo vekişîna "bilez" amade bikin.
Tirkiyê hêzên zêdetir ên piştevaniyê şandine Sûriyê
Nêzîkî sê hefte ye Artêşa Tirkiyê hêzên piştevaniyê ji sînorên herdu bajarên Kilîs û Hatayê dişîne hêzên bicîkirî yên li nav Sûriyê.
Herwiha vê êvarê jî du karwanên din ên Artêşa Tirkiyê ku 40 tank, topavêj, zirxpoş û pêwîstiyên lojîstîk û çekên giran ên ciyawaz ên ser bi yekeyên komando li xwe girtibû, weke hêzên piştevanî bo Artêşa Tirkiyê ya li ser sînorê Sûriyê, gihiştin bajarê Hatayê û ji wir ber bi Sûriyê hatin veguhestin. Karwana duyem jî ji Kilîsê ber bi aliyê din ê sînorê hat veguhestin.
Ev hêz ber bi deverên Mertala Feratê û Çiqlê Zeytûnê yên li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê têne şandin weke amadekariyek ji bo encamdana operasyona leşkerî li deverên rojhilatê Feratê.
Nêzîkî du hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin. Tirkiye jî li dijî hevahengiya Amerîka û YPG ye.
We have defeated ISIS in Syria, my only reason for being there during the Trump Presidency.
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) December 19, 2018
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse