Hewlêr (Rûdaw) – Aktorê navdarê Amerîkayê û strekê Hollywoodê John Stamos, ji aliyê polîsê wî welatî ve hat girtin.
Polîsê Amerîkayê ragihand, du roj berî niha hêzên wan aktorê navdarê wî welatî û stêrkê Hollywoodê John Stamos desteser kirine. Polîs ragihandiye, John Stamos ji ber vexwarina madeyên alkolî serxweş bûye û bi serxweşî jî ajovaniya otomobîlê kiriye û bi wê sedemê jî ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.
Li gor daxuyaniya polîs, Stamos li bajarê Befrly li başûrê Eyaleta Calîforniyayê ku piraniya stêrkên Hollywoodê li wir dijîn, bi serxweşî otomobîl ajotiye û ji ber wê yekê ji aliyê polîsê wî bajarî ve hatiye girtin.
Polîsê Amerîkayê tekez kiriye, piştî girtina Stamos ê 51 salî, ew ji bo pişkinînê birin nexweşxaneyê û di encama pişkinînê de derket ku wî madeyên alkolî vexwariye û ji ber karê bêyasayî yê wî, ew dê bê cezakirin.



