Kurdên Almanya xwestin Cejna Newrozê bibe fermî!

18-03-2016
Mem Wêranî
Nîşan Almanya Kurd Newroz Komciwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistênên ciwanên kurd li Almanya xwestin ku Cejna Newrozê li wî welatî wekî fermî bê pejirandin û ew roj bibe betlaneya fermî.

 

Di roja 17ê Adara 2016an de bi serperiştiya Parlamenterê Partiya Kesk a Almanya Cem Ozdemîr li Şanogeha Maxim Gorki ya li bajarê Berlînê Almanya resepsîyonek Newrozê ji aliyê Komkar (Yekitîya Komelên Kurdistan li Elmanya) û Komciwanê (Yekitîya Komelên Ciwanên Kurdistan) hate lidarxistin.

 

Berdevkê Komkarê Rohat Geran di axaftina xwe de daxwaz kir ku divê Newroz li Almanya ji bo kurd, faris, efxan,belûcî û tacikan wekî betlaneya fermî were pejirandin. Herwiha Geran ji aliyê siyasî dawxaz kir û got:

 

“Divê kurd wekî netewe were qebûl kirin û zarokên kurd dersan di xwendingehên Almanya de bi zimanê xwe bistînin.”

 

Di resepsiyonê de beşdaran bal kişandin ser zêdebûna hejmara penaberan, bi taybet ên ji Kurdistanê çûne Almanya.  Dirûşmeya “revîn û ji nû ve dest pê kirin”ê wekî motto hate bikaranîn.


 

Çalakî, bi navbeynkariya rojnamevan Zonya Dengî bi rêve çû. Di qada pirsan de ji Komciwanê Bahar Alamin û ji Encumena Ciwanên Almanya Tobias Kok di derbarê siyaseta penaberan û çarenivîsa ciwanên penaber li Almanya de bersiva pirsan dan.

 

Piştî têkoşîna siyasî, mêvanan derbarê mijarên nûjen de pirs ji endamê Komciwanê kirin. Di dawiya çalakiyê de stranbêj Nûrê û tembûrvan Veronîka konserek biçûk pêşkêş kirin. Li derveyê şanogehê agirê Newrozê pêxistin ku bi def, zirne û govendan Cejna Newrozê pîroz kirin.

 

Beşdarên ji Parlamentoya Nûneran a Berlînê, SPD (Partiya Demokrat a Sosyal), Keskan, PSK, KDP, ENKS, Navend, Rêxistina Xêrxwaziya Paritätischer, Dezgeha Friedrich-Naumann, Rosa-Luxemburg, Encumena Ciwanên Almanya, herwiha derhênerê kurd Mîraz Bezar, Solîn Yusif û rojnamevan Kemal Hur û Enno Lenze li wê derê amade bûn.



 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst