Talebanî: Amerîkayê yekser alîkariya me kir

17-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Washinton (Rûdaw)- Cîgirê Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rasterast alikariya çekan a Herêma Kurdistanê kir.

 

Qubat Talebanî ji Rûdawê re ragihand ku DYAyê hin çek dane Herêma Kurdistanê ji bo bi şerê DAIŞê bike.

 

Talebanî diyar kir ku DYAyê ne bi tenê çek danê Herêma Kurdistanê herwiha banga hin dewletên din jî kiriye da ku çekan bidin Herêma Kurdistanê.

 

Berdevkê Wezerata Parastina DYAyê John Kirby 29 Tebaxa îsal ragihandibû ku erka wan ew e ku bo Herêma Kurdistanê alikariya lojîstikê bişînin û biryarek a wan derbarê çekan yekser bide Herêma Kurdistanê nîne.

 

Kirby dabû zanîn ku 7 dewletên din jî hene alikariya çekan bide Hêzên Pêşmerge.

 

Kongreya DYAyê pêşnûmeyek, têde destûrê bide Barack Obama ku yekser çekan bide Hêzên Pêşmerge pêşniyarê wî kiriye.

 

Qubat Talebanî anî ziman ku heta niha 32 endamên Kongreyê peştevaniya xwe ji bo pêşnûmeyê diyarkirine.

 

Talebanî got polîtîkaya Amerîkayê ya di derbarê petrola Kurdistanê de jî hatiye guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst