Antalya (Rûdaw) – Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin got, di nav hin dewletên endamên G-20ê de yên piştgiriya rêxistina DAIŞê dikin hene.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di merasîma girtina Lûtkeya Serok û Lîderên G-20ê de gotarek pêşkêş kir û îdia kir hin endamên dewletên endamên G-20ê piştgirya aboriyê didin DAIŞê.
Vladimir Putin di gotara xwe de wiha got: “DAIŞ ji 40 welatî zêdeitir piştgiriya aborî distîne. Di nav van welatan de endamên G-20ê jî hene.”
Putin amaje kir ku wî rêyên finanskirina DAIŞê ji serokên pê re rûniştî re eşkere kirî ne û wiha got: “ in wêneyên ku ji heyvê hatine kişandin yên DAIŞê ku bazirganiya petrole dike û min nîşanî hevkarên xwe kir. Di wêneyan de jî tê dîtin dirêjahiya konvoya tankên petrole yên DAIŞê dighîje 10 kîlometroyan.”
Qonaxa yekem têkbirina DAIŞê
Putin derbarê qonaxên çareserkirina kirîza Sûriyeyê de jî wiha got: “Divê em cara ewil DAIŞê têk bibin. Piştî wê yekê em dikarin nîqaşan li ser reformên bên kirin bikin. Herwiha pêwîst e em li dijî gefên DAIŞê hêzên xwe bikin yek.”
Serokê Rûsyayê herwiha anî ziman divê herkes bizanibe ku tenê bi hevkariyê ew dikarin li dijî terorîzmê tekoşînê bidin û wan tucarî ji bo vê hevkariyê deriyên xwe negirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse