NATO: Tirkiyê hemberî DAIŞê dê tebikoşe

15-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê NATOyê Rasmussen ragihand ku Tirkiyê di dijberiya DAIŞê de hevgirtiyekê bihêze û got, “Kêngê pêwistî li Tirkiye bûye ketiye dewreyê û alîkarî daye.”

Anders Fogh Rasmussen li çalekiya ji aliyê Saziya Carmegie Europe hate lidarxistin di axiftina xwe de ser pirsa têkoşîna dijberiya rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ragihand ku di dema erkdariya wî de li gel rayedaran Tirkiyeyê pêwendiyên wan gelek başbûn û got, Pêwistî kêngê li Tirkiye çêbûbû diket dewreyê û alîkariyê da.”

Rasmussen anî ziman Tirkiye ji aliyê stratejiyê ve hevgirtiyek gelek başe û wiha got, “Tirkiye di mijara tifaqiyê de rolek girîng wergirt û dê bidomine jî”

Rasmussen got “Li Iraqê têkoşîna hemberî DAIŞê ne operasyona NATOyê ye, ya bidiliyê ye NATOyê ji Tirkiyeyê ne xwestiyê tevlî operasyonê bibe.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Rasmussen da zanîn di hemberî DAIŞê de têkoşîna leşkerî jî pêwiste.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst