Balyozê Amerîka li Iraqê: Reforma siyasî Kurdistanê ji serxwebûnê re amade dike

14-05-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Washington (Rûdaw) - Balyozê berê yê Amerîka li Iraq û Afganistanê Zelmay Xelîlzad ji destpêka salên 80yî yên sedsala borî ve bi îdareya Amerîkayê re kar kir. Lê di salên navbera 1985-1989an û di îdareya serokê wê demê yê Amerîkayê Ronald Regan, posteke bilind a şêwirmendiyê li Wezareta Derve ya Amerîkayê wergirt. Di wê qonaxê de, Xelîlzad li ser cenga Yekîtiya Sovyetê li Afganistanê û cenga navbera Îran û Iraqê şêwir da Wezareta Derve ya Amerîkayê.

 

Xelîlzad (65) bi eslê xwe afganî ye û di salên 80yan de programek bi pêş xist bo piştevaniya “Mucahidên Afganistanê” ku dûre dawî li desthilata Sovyetê li Afganistanê anîn.


Tevlîbûna Xelîlzad bi meseleyên girêdayî Iraqê vedigere destpêka sala 1998an. Wê çaxê Xelîlzad û endamên “Projeya sedsala nû ya Amerîkayê” nameyek ji serokê wê çaxê yê Amerîkayê Bill Clinton re şandin û daxwaz jê kirin plana rakirina Sedam Hisên qebûl bike. Di sala 2002an de Serokê Amerîkayê George Bush, Xelîlzad wek şanderê xwe yê taybet bo civînên bi aliyên cuda yên opozisyona Iraqê re destnîşan kir. Da hevahengiyê bi opozisyona Iraqê re bike bo xwe amadekirina bo Iraqa piştî Sedam.


Xelîlzad di sala 2003-2005an de, balyozê Amerîka li Afganistanê bû, dûre jî ji 2005-2007an wek balyozê Amerîka li Iraqê kar kir.


Bi baweriya piraniya rojavayiyan, Xelîlzad li gor Paul Bremer û John Negroponte, balyozekî serkeftî bû. Ji ber ku berevajî herdu berpirsên berê yên Amerîkayê, Xelîlzad karîbû aliyên Iraqê ji hev nêzîk bike, lê bi bidawîhatina dema serokatiya George Bush re, jiyana siyasî û îdarî ya Xelîlzad jî hat guhertin.


Beriya dora du mehan, kitêba nû ya Xelîlzad bi navê “Şander: Ji Kabulê bo Koşka Spî, geşta min di cîhaneke têkdayî de” çap bû. Kitêb çîroka civînên eşkere û nihênî yên Xelîlzad bi berpirsên Koşka Spî re, dariştina siyaseta derve ya Amerîkayê, civînên bi berpirsên welatên Rojhilata Navîn û Rojhilata Asyayê vedibêje.


Xelîlzad di vê hevpeyvîna bi Tora Medyayî ya Rûdawê re, perdê ji ser hinek ji wan bûyeran radike ku di kitêba xwe de behsa wan kiriye. Herwiha wek kesekî nêzîk ji gelê Kurd nerîna xwe li hember guherînên vê dawiyê yên navçe û Kurdistanê û referandûma Kurdistanê nîşan dide.


Rêbaz Hadî: Çima te vêga biryar da vê kitêba xwe çap bikî, di demekê de ku ev çend sal in tu li derveyî cîhana siyasetê yî?


Zelmay Xelîlzad: Demek pêwist bû heta min ev pirtûk nivîsand. Min li ser wê lêkolîn kir. Herwiha min xwest li gor pêwist ji wan bûyeran dûr bim ku ez di wan de beşdar bûm. Da ez bikarim bi şêwazekê binivîsim ku hilçûn tê de nebe. Herwiha ez bîr jî li wan bûyeran bikim ku ez di wan de beşdar bûme. Da ez karekî hûrbîn bikim, lewra jî amadekirina pirtûkê dem dixwest.


Li vir ez dixwazim em bêne ser sala 2002an û konferansa opozisyona Iraqê li Londonê û dûre jî li Pîrmamê. Daxwaziyên serkirdên Kurd çi bûn da di cenga dijî Sedam Hisên de beşdar bibin? Wan doza tiştekî taybet dikir?


Ez pir mitûmat bûm bi serkirdên Kurd ku li Londonê çavê min bi wan ket. Bo cara yekem çavê min bi serok Barzanî û serok Talebanî diket û demekê jî em bi hev re man. Herduyan wek kesên cidî ez mitûmat kirim. Ango wek kesên ku asteke bilind ji serkirdatiyê bi wan re hebû. Tiştê ku wê çaxê û di wê konferansê de me behs kir, zêdetir terkîz bû ku çawa amadekarî bo Iraqa piştî Sedam bên kirin, eger Amerîka biryar da rêjîma Sedam Hisên hilweşîne.


Bi rastî pirs Iraqa piştî Sedam bû, lê gava me behsa Iraqa piştî Sedam dikir, min kifş kir ku doz û daxwazên gelê Kurd ên taybet hene. Ango rast e niyeta wan ew bû ku vegerin nav Iraqê, çimkî ew piştî azadkirina Kuwêtê, di pratîkê de ji Iraqê hatibûn cudakirin, lê xwesteka wan ew bû bi vîna xwe vegerin Iraqê ku hikûmeta dahatû ya Iraqê û destûra dahatû ya Iraqê otonomiyê bide wan. Da bikarin bi xwe karûbarên xwe birêve bibin. Lewra wan doza Iraqeke federal dikir.


Duyem tişt serkirdên Kurd li ser navçeyên cihê nakokiyê û dahatûya Kerkûkê dilgiran bûn. Ev pirs hemû jî diviyabû bi rengekî dadmend li ber çav bihata girtin û daxwazên kurdan bihata bersivandin, heke na Kurd ne amade bûn wek beşekî ji Iraqê bimînin.


Di heman wê demê de ku te di kitêba xwe de jî behs kiriye, te çend civînên nihênî bi îraniyan re bi serkirdatiya Cewad Zerîf ku niha wezîrê derve yê Îranê ye saz kirin, gelo wan civînan di cenga li dijî Sedam Hisên de alîkariya hevpeymanan kir?


Ew civîn sûdmend bûn. Tiştek ku me her ji pêşî ve dixwest ew bû ku eger me biryar da êrişî Iraqê bikin, îranî xwe tevlî operasyonên leşkerî nekin. Duyem tişt eger firokeyeke amerîkî hat xistin û pîlotê wê li Îranê daket xwarê, îranî xwe tevlî hewldanên rizgarkirina wî pîlotî nekin. Me dixwest ji wan re bêjin nerîna me bo Iraqa piştî Sedam çi ye, ku Iraqa dahatû nabe dijmina Îranê û ne jî dijmina tu welatekî hevsînor.


Herwiha me behsa wê yekê jî kir ka ew çi derbarê Iraqê dizanin û dibe ku Sedam li gor guherînên cengê çi bike. Di heman demê de jî me behsa plan û nerînên xwe kir derbarê ka hikûmeta Iraqê dê çawa bê avakirin piştî azadkirinê. Tevî ku guftûgoyên bi Îranê re balkêş bûn, lê me bi cîranên din ên Iraqê re jî behsa van pirsan kir.


Gelo tu ramaneke îraniyan a taybet li ser dahatûya kurdan li Iraqê hebû?


Îranî wek cîranên din ên Iraqê, ne dilgiran bûn ku Iraqa piştî êrişên Amerîkayê pêkan e ber bi parçebûn û derketina Kurdistanê wek dewleteke serbixwe here. Ev ew tişt bû ku di dema axaftina me de bi Tirk û îraniyan re jî em guh lê dibûn. Yek ji wan pirsan jî ku li Havîngeha Pîrmamê û di dema gotûbêjên min bi serok Barzanî re min jê fêm kir ew bû ku Kurd çendî dilgiran in ku bi hatina hevpeymanan bo nav axa Iraqê, artêşa Tirkiyê jî derbasî Iraq û Kurdistanê bibe.


Min fêm kir ku di nav berberiyan de berberiyên din hene. Ango serok Barzanî û Kurd pêkan bû li hember artêşa Tirkiyê bergiriyê bikin, eger hatiba û ew jî bi hêzên Amerîkayê re derbasî Iraqê bibûna.


Li gor te, çima ev helwesta Barzanî hebû, ango wek tu bi xwe di kitêbê de behs dikî, Barzanî dixwest li dijî Tirkiyê şer bike?


Ev ya wê çaxê bû. Ji bîr neke ji wê çaxê û heta îro gelek tişt guhertine. Tirk pir ji êrişên Amerîkayê dilgiran bûn. Çimkî wan bawer dikir ku dê Kurd li Iraqê serbixwe bibin. An dibe ku penaber ji Kurdistanê herin Tirkiyê û PKKê jî bi penaberan re derbasî nava Tirkiyê bibe. Ew bi taybetî li dijî wê ramanê bûn ku Kurd statûya dewletê yan nîv dewletê werbigrin. Wek mînak yek ji wan ew bû ku min civînek di navbera Kurd, Tirkiyê û Amerîkayê de birêk xist. Çimkî pirsa Kurd, Tirk dilgiran kiribûn. Di wê civînê de birêz Nêçîrvan Barzanî nûnertiya PDKê dikir. Her gava wî xwestiba tiştekî bibêje, min wek serokê civînê digot “Cenabê serokwezîr fermo…” Lê her zû têbîniyeke dijayetiyê ji tirkan ji min re hat ka ez ji ber çi ji wî re dibêjim serokwezîr! Lê ev dersek e divê em werbigrin ku welat rastî guherînan tên û siyasetvan jî xwe li gor vê yekê diguherînin.


Di wê çaxê de pêwendî ne pir dostane bûn. Min hest kir gotûbêjên min bi serok Barzanî re pir sûdmend bûn û hîştin ez ji kûrahiya dilgiraniyên wan têbigihim. Lewra wê çaxê piştî wê konferansê ez çend heftiyan li Tirkiyê mam. Da gava Amerîkayê biryara êrişa ser Iraqê da, ez Tirkiyê ji derbasbûna nav Iraqê sar bikim. Şikir ji Xwedê re Tirkiyê derbasî Kurdistan û aliyên din ên Iraqê nebû.


Piştî êrişan, ez dizanim û di kitêba te de jî pir zelal e ku tu li dijî proseya hilweşandina Beisê û biçekkkirina artêşa Iraqê bûyî. Bi nerîna te, çima serok Bush ji nişka ve ramana xwe guhert û biryar da Paul Bremer bişîne Iraqê?


Ev yek ji wan guherînan bû ku bandoreke sereke li ser dahatûya Iraqê kir. Sê tişt hebûn ku guherîn hate ser wan. Min bi iraqî û kurdan re kar dikir da ez wan ji Iraqa piştî Sedam re amade bikim. Em hêvîdar bûn ku bi hevkariya iraqiyên hundir, ku piştî proseya azadkirinê pêwendiya me bi wan re hebû, hikûmeteke guhastinê yan jî desthilateke demkî bê dirustkirin. Da em Iraqê dagîr nekin.


Armanca me wek Amerîka azadkirina Iraqê bû. Da em piştre wê radestî iraqiyan bikin. Lê dûre dema birêz Bremer hat destnîşankirin, ew wek berpirsê desthilata dagîrker li Iraqê hat binavkirin. Bi vî rengî jî azadkirin bû dagîrkirin! Plana beriya êrişan ew bû ku em reforman di artêşa Iraqê de bikin, ango em hin beşên artêşê nehêlin wek Yekîneya Fîdayiyên Sedam, hin yekîneyên Pasvanên Komarî, hinek yekîneyên sîxuriya Iraqê. Lê di eynî demê de em astên cuda yên artêşê bihêlin da em ewlekariyê biparêzin. Piştre birêz Bremer artêş hilweşand û gote serkirdên Iraqê ku ew hukmê Iraqê dike û serkird şêwirmendên wî ne.


Herwiha berê plana astekê ji tunekirina Beisê hebû, lê cudahiya planê ji ya ku dûre birêz Bremer kir, ew bû ku Bremer erkê cîbicîkirina plana tunekirina Beisê ku heta radeyeke zêde kûr bû, da komîteyeke heta radeyekê siyasî, lê neda desthilateke yasayî, da takekes li ser hîmê tiştên ku kirine biryar li ser wan bên dayîn. Îcar çi destê wan bi xwînê sor be yan na. Bi nerîna min, ev çewt bû.


Em dikarin bêjin ku ev biryara Bremer bi xwe bû yan biryarek bû ku dibe ku ji hêla Donald Rumsfeld an Dick Cheney an jî tew serokê Amerîkayê bi xwe hatibe dayîn?


Ev yek ji pirsên herî girîng e ku ez di kitêba xwe de hewl didim zelal bikim. Nemaze di artêşê de belgeyên tekûz hene ku serok û şêwirmendên wî yên sereke wek wezîrê bergiriyê, wezîra derve û cîgirê serok Dick Cheney û yên din bi zelalî lê nefikirîbûn. Hinekan ji wan ji min re got ku di dema ragihandina wê di medyayê de ji nû ve guh lê bûne.


Min hokarek bo vê dît ku pêkan e maqûl be. Tevî ku ev li cem min ne cihê qebûlkirinê ye. Hokar jî ew e ku birêz Bremer beriya ku here Bexdayê, bi serok re civiya. Civîneke dirêj bû. Dibe ku saet û nîvê mabe. Ew civîna dualî bû û bandoreke neyînî li ser wê ramana ku wê çaxê hebû kir. Çimkî hinek berpirsan bawer dikirin ku Bremer ew pirsên ku tevî serok behsa wan kir û serok jî biryar li ser wan da. Lewra gava Bremer got ku ew dixwaze artêşê hilweşîne, pêştir serok di nav pirsên din de desthilata xwe dabû Bremer.


Bi baweriya min, ev cihê mixabiniyê ye û dersek tê de heye ku divê em fêrî bibin. Ji ber ku serok Bush civîneke dualî bi berpirsekî li jêr birêz Donald Rumsfeld re kir. Di demekê de ku diviyabû kar bo birêz Rumsfeld bike. Vê jî birêz Rumsfeld hêrs kir ku ew êdî nikare serpereştiya Bremer bike. Lewra dev jê berda ku her roj serpereştiya karên birêz Bremer bike.


Di pêşgotina kitêba xwe de, tu dibêjî ku çûna te bo Bexdayê piştî pêwendiyeke telefonî navbera serok Bush û Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî, pêk hat. Tu dikatrî ji me re bêjî di wê pêwendiyê de çi hat gotin?

 

Ez wek balyozê Iraqê hatibûm kandîdkirin. Encûmena Pîran jî pesend kiribû, lê hêj hinek karê min li Afganistanê mabû û hêj min dest bi xatirxwestinê ji serkirdên Afganistanê nekiribû. Telefonek ji Wezîra Derve Condoleezza Rice ji min re hat ku serok Bush heman rojê, lê zûtir, bi serok Talebanî re axiviye. Gava serok Bush pirs ji birêz Talebanî kiriye ku: Cenabê serok ez dikarim çi ji te re bikim? Serok Talebanî gotiye Zelmay ji me re bişîne! Lewra Condoleezza Rice gote min serok Bush dixwaze tu dotira rojê herî Iraqê. Min got “Hîn min xatirê xwe ji serok Karazay û hemû hevrêyên xwe nexwestiye.” Wê got dibe ku tu bikarî dûre vegerî Afganistanê.


Helbet ew ne cidî bû, çimkî her dema min belgenameyên xwe pêşkêşî serok Talebanî kiriba, êdî ne rastbîn bû ez wek balyozê nû careke din vegerim Kabulê da xatiran bixwazim. Lewra serok Bush firokeyeke C 17 ji min re rêk xistibû ku firokeyeke qerase ye û piraniya caran tank û alavên leşkerî yên din radihêje. Firoke bo Kabulê hat şandin. Her zû min xatirxwestinên xwe li Afganistanê kirin û ez çûm Bexdayê. Dibe ku ev cara yekem be ku geşteke asmanî bi C 17 rasterast di navbera Kabul û Bexdayê de bê kirin. Tê bîra min spêdeya dotira rojê min belgenameyên xwe pêşkêşî serok Talebanî kirin.


Di nivîseke kovara New Yorker di sala 2014an de, ku daxuyaniyeke te jî tê de heye, diyar dibe ku te Nûrî Malikî pêşniyar kir da bibe serokwezîrê Iraqê, ev rast e?


Bêguman ne rast e. Sala 2005an piştî ku destûr hat derbaskirin, hilbijartinek li ser hîmê destûra nû hat rêkxistin. Fraksyonên Şîe kandîdê xwe pêşniyar kirin. Di parlamentoyê de kursiyên herî zêde yên wan bûn û sîstema Iraqê jî bûbû parlamenî. Wan dîsa birêz Caferî wek kandîdê xwe pêşniyar kirin ku wê çaxê jî serokwezîr bû. Kêşeya birêz Caferî jî hebû ku çawa bikare piştevaniya nûnerên Kurd û Sunî li parlamentoyê bidest bixe. Suniyan di hilbijartina piştî destûra nû de beşdarî kiribû. Lewra hejmara wan di parlamentoya nû de zêdetir bû ji hejmara wan di parlamentoya berê de. Tew hin parlamenterên Şîe jî ji birêz Caferî ne razî bûn.


Amerîka jî ji rêzdar Caferî ne razî bû?


Erê, çimkî hest dihat kirin ku wî tevgereke kartêker bi ewlekarî û pirsên siyasî re nekiriye. Lê pişka wê ya zêde girêdayî partiyên Iraqê bû ku ji Caferî ne razî bûn. Dengên parlamentoyê pê re nebûn da bibe serokwezîr. Di dawî de jî Hevpeymaniya Şîe du nav pêşniyar kirin. Pêşî navek û dûre jî navê rêzdar Malikî. Rêzdar Malikî jî piştî axaftina bi fraksyonên din re, ango Kurd û Sunî, piştevaniya lazim bidest xist. Rast e me ev prose lezand, lê ez neçûme û min ji şîeyan re negotiye birêz Malikî destnîşan bikin û ji ber daxwaza min birêz Malikî hilbijartibin. Wan Malikî hilbijart. Gava birêz Caferî rastî pirsgirêkê hat, Partiya De`wa doza bacekê dikir, bac jî ew bû li şûna Caferî endamekî din ê Partiya De`wa deynin.


Gelek Kurd dibêjin piştî êrişên 2003an li ser Iraqê, baştir bû Kurdistan ji Iraqê cuda bibe. Bi ya te ev rast e?


Bi baweriya min, serkirdên Kurd, li gor wan şert û mercên navçeyî û cîhanî ku xwe di nav de dîtin, biryar dan hewl bidin di nav Iraqê de kar bikin. Lê Kurdistaneke wan a otonom hebe û ew bi xwe biryarê li ser pir pirsan bidin ku bandorê li ser Kurdistanê dikin. Bi baweriya min li gor rewşa wê çaxê karekî dirust kirin, ango hewl bidin kar bikin bo Iraqeke demokrat û federal. Helwesta wan rast bû.


Wek hûn dizanin Barzanî hewl dide heta dawiya îsal referandûmek bê sazkirin. Wek kesekî nêzîkî serkirdên Kurd, li gor te niha demeke kêrhatî ye bo referandûmê?


Pirsa girîng ev e ka gelo armanca referandûmê çi ye? Diyar e mafê gelê Kurd û Herêma Kurdistanê heye ku referandûmê bikin. Lê pirs ev e ka gelo armanca wê referandûmê çi ye û li gor dengan piştî referandûmê dê çi bibe?


Eger Kurd serxwebûnê îlan bikin, dê Amerîka lê mikur were?


Tiştê ji Amerîkayê re girîng ew e ka ev serxwebûn dê çawa pêk were. Eger serxwebûn di dem û rewşekê de pêk were ku bi awayekî aştiyane tevî Iraq û Bexdayê bê kirin, bandora vê bi qezenca kurdan li ser siyaseta Amerîkayê dibe. Ango eger tifaqa dualî li ser bê kirin. Eger ev di demekê de be ku serxwebûn bi reformên siyasî li Kurdistanê re be, yan jî hin reformên pêwist ên din di sektora aborî de, ev dibe alîkar ku bandoreke wê ya erênî hebe. Yanî ev Kurdistanê ji serxwebûnê re amade dike.


Te van rojan gotarek di kovareke siyasî de belav kir û tu tê de dibêje pêwist e Amerîka bi cidî rêkeftinekê derbarê Iraqê bi Îranê re bike. Ev rêkeftin çima girîng e?


Ez behsa rêkeftinê nakim, lê ez dibêjim ku di vê qeyrana niha de kêşe di mala şîeyan de ye, ango hêz û aliyên cuda cuda yên siyasî yên Şîe di hevrikî û rikeberiyê de ne. Ev jî gefê li ser aramiya Iraqê dirust dike. Di demekê de ku cenga dijî DAIŞê û rewşa aborî jî bandorê li ser Iraqê dikin. Da em alîkariya şîeyan bikin û wan ji hev nêzîk bikin, divê rûniştin bi Kurd û erebên sunî yên Iraqê re pêk werin û herwiha pêwist e Amerîka bi Ayetullah Sîstanî re jî kar bike, çimkî giraniya wî di nav şîeyên Iraqê de heye.


Herwiha pêwist e kar bi Îranê re jî bê kirin ji ber ku giraniya wê li navçeyên şîeyan li Iraqê heye. Ango angaşta min ew e ku çareserkirina kêşeyên navxweyî yên şîeyan wiha dixwaze da roleke Amerîkayê hebe divê bi Ayetullah Sîstanî û Îranê re tevbigere.


Tu dostekî nêzîk ê serkirdên Kurdistanê yî û tu ji gelê Kurd jî nêzîkî. Gelo peyameke te ya taybet ji gelê Kurd û serkirdên wî re heye?


Kurd miletekî çê ye. Demeke dijwar derbas kirine û dîrokê jî hevkariya wan nekir. Nemaze serdema me ya dawî. Ew di navbera çend welatan de dabeş bûn. Kurd miletekî bê welat in û gelek zehmetî dîtine. Li herêma kurdî ya Iraqê derfetek hebû ku Kurdistaneke nû dirust bikin û demokratir, pêşketîtir û azadtir bin. Hêvî û tikaya min ew e ku ew xewnên ku me hemûyan piştî êrişên 2003 behs kir, pêk bên. Ez dilgiran im ji wan kêşeyên siyasî yên ku ez dibînim hene. Ez dilgiran im ji nakokî û kêşeyên aborî yên Kurdistanê. Herwiha ez dilgiran im ku pêwistiya hin saziyan bi reforman heye û reform jî bi sistî ber bi pêş ve diçin. Lê di aliyê stratejî de, ez geşbîn im ku xewna miletekî wiha çê, ku gelek zehmetî dîtiye, bo azadî û pêşketina siyasî û aborî pêk bê. Dostaniyeke xurt di navbera gelê Kurd û gelê Amerîka û di navbera Kurdistan û Amerîkayê de geş bibe û berhemdar be û bibe realîteyek bo navçe û cîhanê jî. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst