Li Parîsê çend teqîn û êrîşên çekdarî - Fransa rewşa awarte ragihand (Hat nûkirin)

14-11-2015
RÛDAW
Nîşan Parîs Teqîn Êrişa çekdarî Fransa Almanya
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li paytexê Fransa bajarê Parîsê çend êrişên çekdarî û çend teqîn pêk hatin. Li gor agahiyên herî dawî 65 kes di encama êrişan û teqînan de jiyana xwe ji dest dane. Piştî van bûyeran Fransa rewşa awarte ragihand.

Li gor agahiyan, îşev çend teqîn li nav bajarê Parîsê çûbûn. Herwiha çend êrişên çekdarî jî li çend cihên Parîsê çêbûn.


Li gor çavkaniyên medyayên cîhanê 6 êrş û teqîn li çend taxên bajarê Parîsê qewîmin û li gor amaran heya niha 65 kes di encama van êriş û teqînan de jiyana xwe ji dest dane.



Herwiha hat ragihandin, ku 100 kesên sivîl li saloneke konsertê de ji aliyê çend çekdaran ve dîl hatine girtin.


Serokomarê Fransa piştî ku ligel Wezîrê Navxwe yê wî welatî civiya, daxuyaniyek rojnamevanî da û ragihand, ku êrişên li Parîsê terorîstî ne û daxwaz ji welatiyên Fransa kir, ku ji malên xwe dernekevin û ji hêzên ewlehiyê re bibin alîkar.


François Hollande got, ku terorîst dixwazin me bitirsînin, lê belê pêwîst e em hişyar û yekgirtî bin.




Hollande tekez kir, ku ew dê bo vegerandina aramî û ewlehiyê artêşê bînin nav bajarê Parîsê û herwiha ew dê rewşa awarte îlan bikin.


Piştre hat ragihandin, ku artêşa Fransa amadekariyên xwe kir û ber bi Parîsê ket rê. Hat ragihandin, yekîneyên artêşê derbasî nav Parîsê bûne û ber bi navenda bajêrû cihên teqînan û êrişên çekdarî diçin.














Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst