Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê

12-10-2018 4 Şîrove
RÛDAW
Nîşan Kurd Kurdistan Amerîka Rûsya Sergey Lavrov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku Amerîka bi alîkariya hevpeymanên xwe yên Kurd li Sûriyê hewl dide nîv dewletekê li derveyî kontrola Şamê li Rojhilatê Firatê ava bike û got ku egera wê yekê heye, ku Amerîka pirsa Kurdistana mezin têxe rojevê.

 

Sergey Lavrov ji çend kenalên ragihandinê yên welatê xwe re diyar kir: “Amerîka bi hevkar û hevpeymanên xwe re li Sûriyê, hewla damezrandina dewletekê li rojhilatê çemê Firatê dide û bi rêya hevpeymanên xwe, beriya hemûyan Kurd, hewl dide wan rûberan bi kar bîne daku dewleteke neyasayî damezrîne.”

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Li gor baweriya min pirsgirêka Idlibê dê pirsgirêka herî dawî be li Sûriyê.”

 

Lavrov destnîşan kir, ku rewşa rojhilatê Firatê nayê qebûlkirin û got: “Amerîka bi karên nerewa radibe, ku niha li wê deverê dezgeh û saziyên desthilatekê hatine avakirin, daku cihê dezgehên hikûmeta Sûriyê bigirin.”

 

Sergey Lavrov ev yek jî anî ziman, ku egera wê yekê heye, ku Amerîka pirsa Kurdistana mezin têxe rojevê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 
  • 28-10-2018
    Daras
    Heshta hich tishtek malum nina. Tkaye la sarxo ben taku agadari zortir habet la sar ew mijare. Spas
  • 19-10-2018
    azad
    ka we digot em ne li diji kurdanin ,esas hun dijmine heri mezin li diji kurdanin. hun ci dixwazin birader Renas nivisiye , di dirokeda en derbeye mezin rusan li kurdan xistiye.
  • 17-10-2018
    jhgjkas
    dê bey qeyd û merc tu Crimê dixi bin zeft û serweriya xwe ji te rewa yet... inca azadiya Gela Kurd ji bo we xeteriyet....Herbijî Amerika sedcaran herbijî,,,, Inca gelo ji bo çi em 4 sedsaln jî di bin ewlekeriya Amerika de nejên...`! her axa di bin serweriya Amerika de azad û ewleyin.. ? inca ji bo çi koleya Turkiya, Iran û Ireaq û ne axlaqîya durutuya Rusya em bimêynin gelo ! rezilan Rusya Turkiya....
  • 13-10-2018
    Renas
    Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.