Amerîka û Rûsyayê ser federalîzmê lihev kirin

12-02-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Wezîrê Karûbarên Dereyê yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Karûbarên Dereyê yê Amerîkayê John Kery li ser Sûriyê lihev kirine

Hat ragihandin, ku Wezîrên karûbarên Derve yên Rûsya û Amerîkayê Sergey Lavrov û John Kerry li ser îlankirina agirbestê fedaralîzmê li Sûrî li hev kirine. 

Ji zarê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Stefan dî Mîstûra jî hat belavkirin, ku Rûsya û Amerîka li hev kirine ku Sûriye bibe dewletekî federal.

Pisporê Rûs ê di warê sîyaseta navneteweyî de Vladîmîr Sotnîkov dibêje, federalîzm dê bibe sedema tunebûna Sûriyeyê û ev yek zêdetir bi kêrî DAÎŞÊ bê.

Pisporê siyaseta navneteweyî Vladîmîr Sotnîkov ji Rûdawê re wiha got:

"Erê, bi rastî jî niha agirbest pêşniyaz dike ku her kes vegere ser statukoyê, ku îro li holê ye. An ku îro, hukumeta Esed heye, kurdên sûrî hene û komên cîhadî û hêzên opozîsyonê henin. Bi rastî jî, eger li ser vê esasê federalîzm bê sepandin, ewê dê bê wateya jihevketina dewletê.  Û eger dewlet ji hev bikeve, sûdê herî mezin dê ji vê yekê DAÎŞ werbigre. Ji ber ku  jê re dê rehetir be ku hemû hêzan cuda cuda têk bişêkîne, lê ne ku şerê dewletekî yekgirtî bike. "

Ji alîyekî din senatorê Rûs Îgor Morozov dibêje, ferderalîzm ji bo Sûriyeyê varyanta herî guncan e û ev yek bi taybetî ji bo kurdan fersendeke dîrokî ye. Senator dibêje, Rûsya her tim piştgiriya mafê xweseriya netewan dike. 

Senatorê Rûs tekez dike ku bi vekirina nûnertiya Rojavayê Kurdistanê li Moskowê jî, şansa kurdan zêdetir dibe ku di gotûbêjkirina pêşeroja Sûrî de bibin aliyek sêyemîn.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst