PKK li Amanyayê nahêle Rûdaw karê xwe bike

11-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Sazî û dezgehên girêdayî PKKê li Amanyayê nahêlin Rûdaw xwepêşandanên ku li wî welatî ji bo Kobanî tên lidarxistin, rûmal bikin û veguhezin. Tora Medyayî ya Rûdawê jî vê yekê şermezar dike.

Îro li xwepêşandaneke mezin bi beşdariya hejmarek mezin ji alîgirên PKKê û kurdên ku li Almanyayê dijîn ji bo Kobanî tê lidarxistin.

Lê dezgeh û saziyên ku ew xwepêşandan organîze kirine nahêlin Rûdaw wê xwepêşandanê bişopîne.

Peyamnêrê Rûdawê Zina Şîno li cihê xwepêşandanê ragihand, alîgirên PKKê nahêlin tîma Rûdawê xwepêşandanê bişopîne û gefan li wan dixon.

Tora Medyayî ya Rûdawê wê nêzîkbûna organîzatorên xwepêşandanê şermezar dike û radigihîne, yên ku birastî daxwaziya azadiyê bikin nabe pêşiya azadiya karê medyayê bibin asteng. Bi taybet li welatekî demokratîk mîna Almanya ji ber wê jî Rûdaw ji wan dixwaze ku xwe ji wan kirdaran dûr bigirin çimkî dê zirarên bide nav û dengê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst