Hewlêr (Rûdaw) – Televîzyona amerîkî ya CNN International di bersiva rexneyên tirkan de ragihand, wan di gotina navê Kurdistanê de ti xeletiyek nekirine.
Televîzyona amerîkî ya CNN International beriya niha di bulteneke nûçeyên xwe de behsa Kurd û Kurdistanê kiribû û li ser nexşeyê beşek ji Tirkiyeyê jî wek Kurdistanê nîşan dabû.
Li ser vê yekê nûnerekî tirkên Amerîkayê bi navê Alî Çinar li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dabû û ji CNN Internationalê xwestibû daxwaza lêborînê ji tirkan bike.
Lê Alîkara Berpirsê Pêwendiyan ê CNN Internationalê Allîson Gollust jî di bersiva Alî Çinar de got, me herêmên rojhilata û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê wek Kurdistan daye nasîn ev jî tiştekî xelet nîne.
Allîson Gollust diyar kir ku di wê nûçeyê de li ser DAIŞê agahî dane û qesta wan ji anîna navê Kurdistanê jî hebûna Kurdan li wan deverên Tirkiyeyê bûye.
Alî Çinar jî ku di heman demê de endamê Encumena Tirkên Derveyî Tirkiyeyê ya girêdayî Serokwezîriya Tirkiyeyê ye, ji Ajansa Anadoluyê re gotiye, CNN International li şûna ku lêborînê bixwaze bersivek wiha daye lewma ew ji vî karê televîzyonê mat mane.
Çinar wiha aniye ziman: “Televîzyona CNN kêmasiya xwe qebûl nekir û pîvanên çapemeniyê bicîh neanî. Li eyaletên Teksas û Florîdayê yên Amerîkayê zêdetirî %90 welatiyên latîn dijîn ma em dikarin li ser nexşeya Amerîkayê bêjin ev der Meksîka ye? Li Tirkiyeyê jî herî zêde em dikarin bêjin deverên ku herî zêde kurd lê dijîn.”

.webp&w=3840&q=75)