Navenda Nûçeyan – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, Ashton Carter piştgiriya xwe bo operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bi navê “Xezeba Firatê” bo girtina Reqayê ragihand û tekez kir, ku ew “bi spasî ve pêşwaziyê” lê dikin.
Ashton Carter derbarê destpêkirina operasyona HSDê bo kontrolkirina bajarê Reqayê de, daxuyaniyeke nivîskî da.
Carter amaje bi hewlên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bo îzolekirin û di dawiyê de jî rizgarkirina bajarê Reqayê de û berdewambûna wan hewlan kir û got: “Ez operasyona ku HSDê bo rizgarkirina bajarê Reqayê, ku DAIŞê bi awayekê bêrehmane kontrol kiriye, bi spasî (memnûniyet) ve pêşwazî dikim.”
Wezîrê Berevaniya Amerîka bi amaje kirin bi dijwariyên operasyona Mûsilê, got, weke operasyona rizgarkirina Mûsilê li Iraqê, operasyona rizgarkirina Reqayê jî hêsan nabe.
Ashton Carter behsa têkoşîn û rûbirûbûna wan hêzên ku li Sûriyê û Iraqê li ser erdê û li eniyên pêş rûbirûyê DAIŞê dibin, kir û wiha berdewam kir:
“Hevpeymaniya navdewletî dê ji bo têkbirina yekcarekî ya DAIŞê, her core piştevaniyekê bide, ku pêwîst bike.”
Carter di daxuyaniya xwe de, ti behsa wê yekê nekir, ku Amerîka dê çawan û bi çi awayî beşdarî di operasyona Reqayê de bike yan jî piştgiriyê bide wê operasyonê.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike, îro bi awayekê fermî destpêkirina operasyona rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞê ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse